Ajansa Was a Erebistana Siûdî ragihand ku serokê Çînê Xi Jinping dê sibe (7`ê Kanûnê) serdana Siûdiyê bike û heta 9`ê Kanûnê li wir be.
Heman ajansê ragihand ku di dema serdanê de dê lûtkeyeke Siûdiyê-Çînê bê lidarxistin û dê serokê Çînê beşdarî lûtkeya Riyadê ya Kendavê û Çînê ya hevkariyê û lûtkeya Riyadê ya Erebî-Çînê ya hevkarî û geşkirinê bibe.
Hat ragihandin ku di wan lûtkeya de dê rêbazên xurtkirina têkiliyên hevbeş di warên cuda de û hevkariya aborî bên nîqaşkirin.
(cx)