Xiristiyanên herêma Cizîrê cejna xwe pîroz kir

Xiristiyanên li navçeyên Tirbespiyê û Sêrkaniyê yên herêma Cizîrê merasîma vejandina cejna Mesîh a Rojhilat li dêrên Meryem El-Ezraa û Martoma ya Suryaniyên ortodoks li dar xist. Her wiha pêkhateyên herêmê bi boneya cejna Mesîh a Rojhilat, gelê Suryan pîroz kir.

Xiristiyanên navçeya Tirbespiyê serê vê sibehê berê xwe da dêrê û nimêja cejnê li dêra Meryem El-Ezraa kir, dûre şahiya cejnê li dar xist.

Merasîma şahiyê cejna Mesîh a Rojhilat (Paskalya) bi nimêjê dest pê kir. Piştre dewreya dana tava rojê li derdora dêrê û nimêja qurbana pîroz dest pê kir û findên ku nîşaneya hez û aştiyê ne, hatin hildan.

Her wiha pêkhateyên navçeyê yên Kurd, Ereb û êzidî berê xwe da hola mêvaniyê ya dêrê da ku gelê Suryan bi boneya cejna wan pîroz bikin.

Cejna Qiyametê anku cejna Mesîh a Rojhilat mezintirîn cejn e li gel xiristiyanan û piştî rojiya 40 rojan tê pîrozkirin.

Di heman çarçoveyê de ji saetên sibehê ve zengilên dêrên bajarê Serêkaniyê lê didin. Xiristiyanan berê xwe da dêra Martoma ya Suryanên ortodoks da ku pîrozbahiyên olî yên taybet bi beşdarbûna Bav Mîxayîl Yeqûb pêk bînin.

Pîrozbahiyên olî bi pêxistina findan ji bo pêkanîna lava û hêviyan dest pê kir. Her wiha nimêjkirin û xwendina ayetên olî jî pêk hat. Dûre keşîş Mîxayîl li nava beşdaran li hola dêrê geriya, xaç û Încîl ramûsa.

Bi dehan şêniyên ji pêkhateyên Serêkaniyê berê xwe da dêra Martoma ya Suryanên ortodoks da ku cejnê li wan pîroz bikin. Her wiha xiristiyanên Serêkaniyê şênî bi coş û hezkirinê pêşwazî kir.

Pîrozbahiyên olî bi pêşkêşkirina erkên mêvaniyê li ser beşdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din