Xizmetên Navenda Tenduristiyê ya Şedadê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cîhaza rodyolojiyê xist Navenda Tenduristiyê ya navçeya Şedadê, her wiha 24 seatan bê pere xizmetê pêşkêşî nexweşan dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji destpêka rizgarkirina navçeya Şedadê ya kantona Hesekê gelek saziyên sivîl û xizmetguzarî vekirin. Di nav de saziyên tenduristiyê. Ji ber ku pêwîstiya herêmê bi wê yekê heye. Çeteyên DAIŞ`ê nedihişt şênî tedawî bibin, hemû navendên tenduristiyê xirab kiribûn û vegerandibûn baregehên leşkerî.

Navenda tenduristiyê ku ji destpêka rizgarkirina wê hate vekirin, xizmet pêşkêşî zêdetirî 150 gundên bejahiya navçeya Erîşê heta bajarokên Merkedê, Deşîşê û şêniyên navçeya Şedadê dike.

Navend bi 3 klînîkên taybet hate amadekirin, klînîka zarokan, klînîka  jinan û klînîka  hundirîn, her wiha beşa ambulansê. Her klînîkek bijîşkekî pispor jî berpirsyariya wê dike.

Beşa ambulansê di navenda tenduristiyê de 24 seatan di 2 beşan de dixebitin. Her wiha di navendê de dermanxaneyeke tenduristiyê vekiriye. Ew bê pere derman pêşkêşî nexweşan dike û erebeyeke ambulansê ji bo veguhestina nexweşan kar dike.

Endamê rêveberiyê Elî El-Seîd ji ANHA`yê re diyar kir ku di navendê de labaratuwarek ji bo tehlîlên tenduristiyê heye û pisporek berpirsyariya wê dike.

El-Seîd destnîşan kir ku di demên dawî de Rêveberiya Xweser cîhaza rodyolojiyê xist navenda tenduristiyê, ku cara yekemîn li ser asta Bakurê Sûriyê ye, dê piştî bidawî bûna odeya taybet têkeve meryetê.

Her wiha welatiya bi navê Sebhê Mihemed îşaret bi xebata xebatkarên ku xizmeta şêniyan dikin, kir.

Hêjayî gotinê ye ku klînekeke jinana heye ku di nav gundan de digere û bê pere xizmetê pêşkêş dike. Ev klînîk bi taybet xizmetê nîşanî jinên ducanî dike.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din