Xizmên girtiyan: Berxwedana girtiyan pîroz e

Xizmên girtiyan diyar kir ku ew berxwedana xwe ji hêza çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de digirin û dê heta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Çalakiyên konên piştgiriya berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ku ji aliyê Kongreya Star a Efrînê ve tê organîzekirin, li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê didome.

Malbatên çalakgerên grevên biçîbûnê yên di girtîngehên faşîzma Tirkiyê de ku beşdarî çalakiya kon bûne, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û got ew bi berxwedana zarokên xwe serbilind in.

Leyla Xelîl, xwişka Hacer Xelîl e ku ji 16‘ê Kanûnê ve di girtîgeheke dewleta Tirk de, di greva birçîbûnê de ye û piştgiriya xwe ji bo daxwazên Leyla Guven anî ziman û wiha got: "Armanca me ya van çalakiyan piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê ye. Piştevanî erka me ye."

Leyla bang li saziyên mafên mirovan kir ku dewleta Tirk ji vî sûcê darizîne û destnîşan kir ku ruxmî tenduristiya xirab a çalakgeran û şehîdbûna hejmarek ji wan, lê Tirkiyê ev yek paşguh kiriye.

Dayika Horiya Mele Nasan ku xaltîka girtiyekî di girtîngehên Tirkiyê de ye, anî ziman ku ew bi berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê serbilind e û piştgiriya xwe bi çalakgeran re destnîşan kir.

Pismama berxwedêrekî din di girtîgehên dewleta Tirk de, Emîna Osman jî wiha got: "Berxwedana girtiyan pîroz e û daxwazên wan rewa ne, ji ber vê yekê divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û ji girtîgeha Îmraliyê were azadkirin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din