​​​​​​​Xoce: Stratejiya me avakirina Sûriyeyek demokratîk û yekîtiya Kurd e

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Xoce got: “Armanca me ya sereke  pêkanîna yekrêziya Kurd, avakirina Sûriyeyek demokratîk û ne navendî ye.”

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Ehmed Xoce diyar kir ku partiya wan piştî lidarxistina kongreya xwe di meha borî de stratejiya xwe ya siyasî xêz kiriye.

Xoce got: “Di pêvajoya bê de emê tekoşîna xwe li ser esasê çareserkirina aloziya Sûriyê li pêş bixin. Li aliyê din armaca me ya esasî ji aliyek din ve wê pêşxistina yekrêziya di nava Kurd'an de be."

Partiya Yekîtiya Demokratîk kongreya xwe ya 8`an di rojên 25 û 26`ê Sibatê de lidar xist. Di kongreyê de hevserokatiya partiyê tevî 90 endam wek meclisa giştî û 7 endam wek komîteya displînê hatin hilbijartin.

Xoca di berdewama gotinên xwe de got: "Niha em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoyek nû de derbas bibin. Armanca me pêkanîna Sûriyeyek demokratîk, ne navendî û parastina nimuneya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li ser asta hundir em hewl didin diyalogê bi tevahiya partiyên siyasî re çêbikin. Da ku bigihêjin encamekê girêdayî yekrêziya Kurd. Tevî wê jî em dibînin ku pêkanîna wekheviyê di navber her du zayendan de li Sûriyê bi giştî, armancek bingehîn e. Em  dixwazin, civakek demokratîk siyasî û exlaqî ji aliyê ekolojî û wekheviyê di navbera pêkhateyan û her du zayendan de ava bibe. Civakek a ku bikaribe xwe birêve bibe.”

ROLA PARTIYÊ DI ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ Û NÊRÎNA WÊ YA PÊŞEROJÊ

Xoca destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve helwesta me diyar bû û wiha pêde çû: “Yanî rêya sêyem. Me nedixwest rewş bigihêje şerek leşkerî. Lê hate leşkerîkirin. Hîna çareseriyên siyasî têne pejirandin. Em bawer dikin ku diyalog çareseriya tekane ya vê aloziyê ye. Pirsgirêka  Sûriyê wê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî bi dawî bibe, ne li derve. Mîna ku di dirêjahiya salên derbasbûyî de pêk hatî û ewqas hevdîtinên ku aliyên nakok girêdayî Sûriyê lidar xistine. Em dibînin ku aloziya Sûriyê li hundirê Sûriyê bi rêya diyalogê çareser dibe."

Xoce diyar kir ku partî hewl dide çareseriyên siyasî di navbera tevahiya aliyan de pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo wê jî em ji dilyalogê re vekirine û tevahiya kedên xwe ji bo vê mijarê danîne da ku bigihêjin çareseriya dawîn. Ji ber ku aliyên derve yên ku behsa çareseriya Sûriyê dikin, berjewendiyên xwe esas digirin. Lewra partî hewl dide korîdorê diyalogê bi tevahiya aliyên nakok re vebike.”

ROLA PARTIYÊ DI MIJARA YEKRÊZIYA KURD DE

Girêdayî vê mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demorkatîk Ehmed Xoce got: "Yekrêziya Kurd ji armancên partiyê yên sereke ne. Ji ber ku divê di avakirina Sûriyeyek demokratîk û yek de mafên Kurdan misoger bibin. Lewra divê tevahiya alî bi hev re kar bikin da ku bigihêjin nêrînekê. Me hewl da û em hewl didin vê yekitiyê pêk bînin. Me gelek xebat meşandin, da ku tevahiya partiyên Kurd tev lê bibin. Bi rêya avakirina Rêveberiya Xweser bi tevlibûna gelek partiyên siyasî yên Kurd me ew tişt pêk anî. Di pêvajoya bê de ji me tê xwestin ku em ji bo avakirina helwestek Kurd yekgirtî kar bikin. Da ku gelê Kurd karibe di Sûriyeyek demokratîk de xwe birêve bibe. Ev tişt bi pêkhatina yekrêziya Kurd ve girêdayî ye. Em bi vê yekitiyê bawer in û ji bo wê kar dikin. Me di tevahiya kongreyên di vê dawiyê de lidar xistina banga diyaloga kurd-kurd mîna Kongreya KNK`ê kirine da ku yekrêziya Kurd pêk were. Me rolek girîng di wan kongreyan de lîst û ev tişt di danûstandina bi partiyên ku banga yekrêziyê kirine re diyar bû.”

GIRÎNGÎ Û WATEYA PERGALA HEVSEROKATIYÊ YA KU LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PÊK TÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk pergala hevserokariyê di sazumaniya xwe ya hundirîn de dimeşîne. Di vê dawiyê de Enwer Muslim û Ayşe Hiso bûn hevserokên partiyê.

Girêdayî vê pergalê Xoce got: "Pergala hevserokatiya, cara yekemîn di Rêveberiya Xweser de ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezirandin, pêk hat. Em bawer dikin ku edalet di wekheviya di navbera her du zayendan de pêk tê. Bicihanîna pergala hevserokatiyê ne tenê li ser kaxizan bûn, lê di warê piratîk de hate bicihkirin."

Xoce di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê her du zayend hewl bidin rolek wekhev ji hev re di tevahiya warên jiyanê yên civakî, siyasî, pîşeyî û rêveberî de pêk bînin. Ji ber ku civak ne girêdayî zayendekî ye, civak ji du zayendan pêk tê. Ev hizir li gelek pergalên cîhanê heye lê heta niha pêk nehatiye. Lê em dibînin ku Rêveberiya Xweser ev pergal di piratîkê de pêk aniye. Di vî warî de em bawer dikin ku gel her du zayend tevahiya mafên xwe bidest nexin û bi hev re kar nekin, civak biser nakeve."

(şx)

ANHA


Mijarên Din