Xwarinên gelêrî li ser sufreya cejnê li Helebê

Şahiyên cejnê yên Helebê bi rêûresm û kevneşopiyên ku ji gelek serdeman ve li herêma Efrînê pêk dihat tê naskirin. Şêniyên Efrînê bi ku derê ve biçin rêûresmên xwe bi xwe re dibin û diparêzin. Ji ber ku tê de reseniya xwe dibînin.

Xwarinên gelêrî yên kevn ji girîngtirîn xuyengên mîrasê ne. Şênî piraniya xwarinên gelêrî û hebûna wê diparêzin û derbasî nifşa nû dikin.      

Şêniyên Efrînê bi ku derê ve biçin kelepûrên xwe bi xwe re dibin û diparêzin. Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi çêkirina şêraniyên cejnê yên ku di mal de têne çêkirin tên naskirin. Ev şêranî wek mêvandarî di cejnê de ji gelek salan ve têne pêşkêşkirin. Şênî bi vê yekê kevneşopiyên xwe ji çewisandin û windabûnê diparêzin.

Ji xwarinên herî navdar nanê rûn û kilûr e, ev her du xwarin ji xwarinên herî navdar in û cihê mêvan ê bilind dema jê re tê pêşkêşkirin rave dike.

Nanê rûn di gelek qonxana re derbas dibe heya ku çêbibe. Destpêkê rûnê eslî, dimsê şêrîn û hindek meyane(meyune) bi hev re tê kelandin piştre li nanê tenûrê tê hiştin.

Kilûr jî ji nanê rûn hêsantir e, heman pêdivî ne lê tenê rûnê eslî pêwîst nake. Destpêkê ard tevî dimsê şêrîn û meyune tê stran, piştre di nav zêt de wek teşeya gilover tê qelandin.

Şêniya bi navê Elîf Reşîd ji niştecihên bajarê Helebê ye. Elîf kelepûrên cejnê ku li ser mezin bûye hîna diparêze û di nav malbata xwe de vejîn dike.

Elîf girêdayî mijarê ji ajansa me re got: "Tevî guhertina demê lê kevneşopiya ku dema em biçûk bûn me dikir, heya niha em wê diparêzin. Di dema berê de cureyên mêvandariyê yên çêkirî tune bûn, ji ber wê şêniyan di malên xwe de gelek cureyên şêraniyan çêdikirin jê nanê rûn û kilûr. "

Elîf wiha didomîne: "Ji ber hezkirina min a kevneşopiyên ku em li ser mezin bûne, hişt ku ez wan biparêzim. Tevî cureyên mêvandariyê di nav sûkan de lê hîna xwarinên gelêrî di dema me ya niha de ji mêvanan re têne pêşkêşkirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din