Xwedekaran keda xwe ya salekê di pêşangehê de pêşkêş kirin

Xwendekarên Fakûlteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Rojava berhemên xwe yên salekê di pêşangehê de pêşkeş kirin.

Îro xwendekarên Fakûlteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangeha hunerî ya xwendekaran li Zanîngeha Rojava vekir û berhemên xwe yên salekê pêşkêş kirin.

Bi dehan xwendekar û malbatên xwendekaran û endamên saziyên Rêveberiya Xweser tev li pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de berhemên 12  xwendekarên  pola yekemîn û 15 xwendekarên pola duyemîn cih girt. Di nav hunerên xwendekaran de 12 peyker, 95 wêneyên ser dekor, reklam û tabloyên şêwakariyê hatin pêşandan.

Beşdaran nêrînên xwe yên li ser pêşangehê li lênûska peşangehê nivîsandin û komîteya amadekar jî di dawiya pêşangehê de wê wan nêrînan binirxîne.   

Pêşangeh heya saet 16.00`an dê vekirî be.

(mk/kc)

ANHA 


Mijarên Din