Xwediyê pirtûkxaneya yekemîn a Reqayê hate xelatkirin

Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê , Ehmed El-Xabûr yek ji rewşenbîrên bajarê Reqayê û xwediyê yekemîn pirtûkxaneya li Reqayê ku di sala 1957’an de hate vekirin, xelat kir.

Di şahiya xelatkirinê de hejmareke rewşenbîrên bajarê Reqayê û endamên Navenda Çand û Hunerê amade bûn. Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê Ebd El-Rehman El-Ehmed wiha axivî: "Em îro tiştekî biçûk ji bo kesên ku bi rêya pirtûk û helbestên xwe çanda bajarekî bi tevahî parastine, dikin."

El-Ehmed îşaret bi rola pirtûkxaneya Ehmed El-Xabûr (79) ya bi navê ‘Bor Seîd’ kir ku heta niha çavkaniya gelek rewşenbîrên bajarê Reqayê ye.

Ehmed El-Xabûr jî dîroka pirtûkxaneyê anî ziman ku di gelek serdemên siyasî re derbas bû û dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de bi serdema herî xirab bi nav kir. Çeteyan piraniya pirtûk û belgeyên li pirtûkxaneyên bajêr şewitandin.

El-Xabûr ji ber destekdayîna wan, spasiya Yekitiya Rewşenbîran û Meclisa Sivîl a Reqayê kir û diyar kir ku îro gelek rewşenbîr û wêjevan berê xwe didin pirtûkxaneya wî.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Ehmed El-Xabûr pirtûkxaneya xwe bi vî navî bi nav kir, ji ber hezkirina wî ji bajarê Bor Seîd ê Misrê re ku li dijî dijminahiya sêalî li ser Misrê a sala 1956`an li ber xwe da.

(cx)

ANHA


Mijarên Din