Xwekujekî xwe li hundirê avahiyeke hikumeta Afganistanê teqand

AFP`ê diyar kir ku xwekujekî xwe di hundirê avahiyeke hikumeta Afganistanê ya li wîlayeta Nangarharê de teqand. Her wiha berpirsekî wîlayeta Erbîa ragihand ku piştî rojekê di encama du êrîşên cuda de ku yek li nêzî kombûna hilbijartinên serok Eşref Xenî rû da, 48 kes hatin kuştin.

Nûçegihanê AFP`ê û şahidekî diyar kir ku piştî teqîna li navenda tomarkirina nasnameyan a li Celal Abad anku wîlayeta Nangarhar pêk hat, dengê guleyê hat û leşkerên tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ`ê aktîf bûn.

Berdevkê wîlayetê Ataellah Xoganyanî got hêzên ewlekariyê ber bi devera teqînê ve çûn, da ku welatiyan rizgar bikin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşan negirtiye ser xwe. Êrşa ku li nêzî kombûna hilbijartinên serok Xenî ya li wîlayeta Baroan a naverastê û li Kabûlê rû da û di encamê de 48 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar çêbûn.

Endamên Talîbanê soza astengkirina hilbijartinên ku dê di 28`ê Îlonê de were birêvebirin, da û tekez kir ku piştî serokê Amerîkayê dan û standên têkildarî vekişandina hêzên Amerîkayê ji Afganistanê, dê astengî derkevin.

(eh)


Mijarên Din