Xwendekar û mamosteyên serkeftî hatin xelatkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Girê Spî hejmarek ji xwendekar û mamosteyên serkeftî xelat kirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Girê Spî, ji ber serkeftina xwendekaran di sala xwe ya xwendinê de ku ber bi bidawîbûnê ve diçe, îro şahiyek li dar xist û tê de 35 mamoste û 42 xwendekar xelat kirin.

Şahiya xelatkirinê li Baxçeyê Biratiya Gelan a bajarê Girê Spî, bi beşdariya bi dehan xwendekar, mamoste, malbatên xwendekaran, endamên saziyan, endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li dar ket.

Rêveberê Akademiya Şehîd Amar Hisên a gihandina mamosteyan Mihemed Îsa di şahiyê de axivî û got: “Em hewldana avakirina nifşekî nû û bîrbir dikin ku ji welatê xwe hez bikin û parastina yekitiya xwe bikin da ku xwe ji metirsiyan biparêzin û di heman demê de ev xelatkirin dihêle xwendekar û mamoste rêça xwe ya banga zanînê berdewam bikin.”

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd Abd spasiya kesên ku xebata perwerdeyê li kantonê bi rê ve dibin, kir û her wiha hêviya xwe ji bo avakirina pêşerojeke ronî ji şêniyên herêmê re anî ziman.

Di dawiya şahiyê de spasname li xwendekar û mamosteyên serkeftî hatin belavkirin.

Hevseroka Beşa Perwerde û Fêrkirinê ya Xweseriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Doko di hevdîtineke borî de ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku tê payîn sala xwendinê di 15`ê meha Gulê de bidawî bibe.

(eh)

ANHA 


Mijarên Din