Xwendekarên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

Bi sedan xwenedarkên herêma Efrînê bi dirûşmeya "Bi rihê 15‘ê Gulanê Efrîn wê rizgar bibe" Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.

Bi sedan xwendarên herêma Efrînê li dibistana Ehdasê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven û şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsên "Bi rihê 15‘ê Gulanê Efrînê wê rizgar bibe" hatibû xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Rêveberê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Dilşad Amara û Rêvebira Kongreya Star Hêvî Mustefa axivîn.

Kesên axivîne Cejna Zimanê Kurdî pîroz li xwendekaran pîroz kirin û  destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirkiyê di êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê di serî de nasname û zimanê Kurdî kir hedef da ku hebûna gelê Kurd ji holê rake û demografiya Efrînê ya Kurdî biguhere.

Kesên axivîn diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya parastina zimanê dayikê û rizgarkirina Efrînê dewam bikin.  

Piştî axaftinan hin xwendekaran helbest bi zimanê Kurdî xwendin. Koma Şehîd Egîd dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanên Efrînî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din