Xwendekarên Efrînê pêşangehek ji 450 wêneyan vekir

Îro li kantona Şehbayê xwendekarên Efrînê pêşangehek bi navê Kêliyên Berxwedanê ku ji 450 wêneyan pêkdihat, vekirin.

Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk îro li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê pêşengehek wêneyan oergenîze kir. 450 wêneyên ku ji aliyê xwendekarên Efrînê ve hatibûn xêzkirin, hatin pêşandan. Bi dehan şênî û xwendekarên kantonê beşdarî pêşangehê bûn.

Xwendekaran bi rêya wêneyên xwe êrîş, topbarana,dagirkeriya dewleta Tirk û koçberkirina şêniyên wê rave kirin. Her wiha hindek wêneyên din jî girêdayî hêvî û xewnên xwendekaran bûn.

Di destpêka vekirina pêşengehê de bi navê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Evîn Hesen axivî û vekirina pêşengehê li xwendekaran û şêniyan pîroz kir. Evîn destnîşan kir ku pêşengeha Kêliyên Berxwedanê bi armanca xuyakirina behreyên xwendekaran, naskirina hêviyên wan û tiştên di hundirên wan de diqewime pêşengeh hate vekirin.

Endama Tevgera Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Rîgaz Hemo got: “Pêşengeh ji hêla xwendekarên Efrînê ku li kantona Şehbayê bi cih bûne hate vekirin. Me xwest ku hest, daxwaz û fikrên xwe bi rêya wêneyên xwe rave bikin. Dema mirov li wêneyan binêre, dikare hest, êş û hêviyên zarokan û xwendekaran fêm bike.”

Piştre deriyê pêşengehê hate vekirin û beşdarên pêşengeh di nav de geriyan û wêneyên xwendekaran dîtin. Tê payîn pêşengeh du rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din