Xwendekarên Efrîn û Şehbayê yên serkeftî hatin xelatkirin

Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeya şaxê herêma Efrîn, xwendekarên ku di werza yekemîn de bi serkeftine, bi şahiyekê xelat kirin.

ŞEHBA

Bi dirûşmeya "Ji Perwerdeyê re erê" Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Efrînê, bi şahiyekê xwendekarên ku di werza yekemîn a sala perwerdeyê de bi serketine xelat kirin. Şahî li Hola Hawar a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi amadebûna bi sedan xwendekar, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hate lidarxistin.

Cihê şahiyê bi alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokartîk û wêneyên şehîd Egîd Cilo hatibû xemildandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Şaxê Efrînê Xelîl Hesen û endama Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriya Nûra Cimo axivîn.

Di axaftinan de têkoşer Egîd Cilo ku roleke mezin di pêşxistina zimanê Kurdî û rêxistinkirina mamosteyan de lîst hate bi bîranîn û hêviya ku bighêjin astên bilindtir ji xwendekaran re hate xwestin.

Endamên partiyê yadîgerî pêşkêşî xwendkarên serkeftî kirin.

Şahî bi helbest, stranan û gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din