Xwendekarên herêma Efrînê karname wergirtin

Xwendekarên Efrînê û Şehbayê bi şahiyekî karnameyên sala perwerdeyê ya 2018-2019‘an wergirtin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Herêma Efrînê bi şahiyekê karnameyên sala perwerdeyê ya 2018-2019‘an li 13 hezar û 113 xwendekarên seretayî, navîn û amadehî ku li 65 dibstanaên kantonên Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê dixwendin belav kir.

Li gorî berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê ji sedî 85 xwendekar serkeftine.

Destpêkê, daxuyaniya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a girêdayê zehmetiyên ku di warê perwerdeyê de ji ber êrîş û koçberkirinê hatin kişandin, hate xwendin. Di daxuyaniyê de bidawîbûna sala perwerdeyê li xwendekaran hate pîrozkirin û hate gotin ku dê têkoşîna di warê perwerdeyê rexmî hemû şert û mercên zehmet dewam bikin da ku tu kesek ji mafê perwerdeyê bê par nemîne.

Paşê şahiyek li dibistana navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Di şahiyê de Koma Tevgera Kevana Zêrîn stran gotin, her wiha endama tevgerê Cemîla Mihemed helbest li ser berxwedana Efrînê xwend.

Koma Şehîd Elî Çîçek ya girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê şanoyek li ser rewşa xwendekaran û zehmetiyên ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên hate pêşkêş kir.

Di dawiyê de Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk karname li xwendekaran belav kir.

ANHA


Mijarên Din