Xwendekarên Kurd û Ereb ji bo piştgiriya Leyla Guven meşiyan

Bi sedan xwendekarên Kurd û Ereb li Kobanê ji bo piştgiriya Leyla Guven meşiyan.

Meş ji bo piştgiriya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HDP`ê Leyla Guven pêk hat ku ev 159 roj e ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Di meşê de bi sedan mamoste û şagirtên ji hemû dibistanên Kobanê amade bûn û wêneyên Leyla Guven û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Piştî ku meşvan gihîştin Qada Aştiyê ya bakurê bajarê Kobanê, mamoste Almaz Hec Elî û Elya Hacî daxuyaniya bi zimanên kurdî û erebî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Divê hikumeta Tirkiyê û serokê wê Erdogan bizane ku em hîna bi rêberê xwe Ocalan ve girêdayî ne, bi rêya ferzkirina tecrîda li rêber Apo ew nikarin bandorê li me bikin. Bi çalakiya têkoşer Leyla Guven a greva birçîbûnê ku li dehan bajaran belav e, em bêdengiya Yekitiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî şermezar dikin û her wiha, em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember vê aloziya mirovî tev bigerin."

ANHA


Mijarên Din