Xwendekarên Minbicê  dest bi ezmûnan kir

130 hezar  xwendekarên bajarê Minbicê û gundewarên wê dest bi ezmûnên sala xwendinê ya 2018-2019`an kir.

Sala xwendinê ya 2018-2019`an bi dawî dibe. Xwendekarên bajarê Minbicê û gundewarên wê yên astên seretayî, navîn û amadehiyê dest bi ezmûnên dawiya sala xwendinê kir.

Li gorî hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya Minic û Gundewarên wê Buseyna Hisên ku di destpêka werza yekê ya sala xwendinê de ku 130 hezar xwendekar ji bajêr û gundewarên wê navên xwe qeyd kirin, her wiha komîteyê 320 navend ji bo ezmûnan li bajarê Minbic û gundewarên wê vekir.

Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê 22`yê Gulanê wek dema dawîn ji bo ezmûnên hemû astan diyar kir.

Komîteyê tekez kir ku çavdêrên perwerdeyê navendên ku ezmûn li wan têne kirin, dişopînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din