Xwendekarên Minbic ên serkeftî hatin xelatkirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê xwendekarên serkeftî yên her du astên xwendinê yên navîn û amadehî yên  li Peymangeha Rêvberiya Sivîl a Demokratîk û Peymangeha Amadekirina mamosteyan dixwendin bi şahiyekê xelat kirin.

Malbatên xwendekarên serkeftî, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê tev li şahiyê bûn. şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre xwendekarên dibistana Kanala Bakur berhemek werzîşî diyarî xwendekaran kirin.

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo axivî, sala nû ya perwerdeyê li şêniyên Minbicê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê û saziyên girêdayê rêveberiyê bi destpêkirina sala xwendinê ya nû pîroz kir û diyar kir ku ji mafê komîteyê ye ku vê şahiyê li dar bixe û ciwanên xwe yên serkeftî xelat bike. Her wiha hêvî kir ku sala perwerdeyê ya nû ji salên derbasbûyî de baştir be.

Şêxo behsa îdiayên girêdayî bûyerên revandina zarokan û bazirganiya bi endamên laşên wan ên ku li bajêr belav bûne kir û îdia derewandin.

Şêxo şehîdê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Raxêb El-Bekar ê ku dema diçû dewreyên perwerdeyê hatiye hedefgirtin bi bîr anî.

Piştî wê mamoste Teysîr Ilêwî bi navê mamosteyan axivî û spasiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û xwendekarên Minbicê yên serkeftî da û got: "Perwerdehî di nav dibistanên me de bi rêjeyeke mezin li gorî salên borî pêşket, bi taybet dewreyên materyalan a ku mamoste tê re derbas bûne. Niha em berhema wê digirin."

Di dawiyê de Ilêwî soz da Komîteya Perwerdeyê ya Minbic û gundewarê wê ji bo ku asta perwerdehiyê pêşbixin û destkeftiyên zanistî û perwerdeyê bi dest bixin.

Bi navê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan endama rêveber Elya Mihemed axivî û diyar kir ku di peymangehê de gelek zanyarên zanistî û şareza bi rêya mamosteyan bi dest xistine û di dawiyê de piştî kedên mezin biserketin.

Di dawiyê de Elya spasiya mamoste û endamên rêveber ên desteya zanistî û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê kir û soz da komîteyê ku wê bibin mamosteyên dildar û xwedî exlqa û armanca wan avakirina nifşek zana ye.

Ji xwendekarên serkeftî Sena Kelzî spasiya mamosteyên xwe kir ku ew gihandine vê astê û got: "Zanist û perwerde bingehên pêşketinê ne, bêyî van herduyan gel azad nabe û biratiya gelan pêk nayê. Titşên ku em di dewreyê de fêr bûne em diyarî nifşên bê bikin."

Piştre kesên bi serkeftî hatin xelatkirin.

Xwendekarên asta navîn: Esma Hisên ji dibistana Buhturî, Îman El-Şewax ji dibistana Şiwêha El-Xeztawî, Hêvîn Îbrahîm ji dibistana Qenat Şêx Tebaş, Sîdra El-Muntehî El-Hesen ji dibistana Buhturî.

Xwendekarên asta amadehî: Meryem Mihemed Elî ji dibistana Amadehî ya Keçan, Mihemed Cemal ji dibistana Zeydan Hendan.

Xwendekarên Peymangeha Rêveberiya Xweser a Minbic û Gundewarên wê: Diyana Mihemed.

Xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan: Fehîma El-Şahir, Esma El-Hemîdî, Sena Kelzî.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din