Xwendekarên Minbic û Tirbespiyê komkujiya Til Rifetê şermezar kir

Xwendekarên navçeya Tirbespiyê û bajarê Minbicê komkujiya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê pêk aniye, şermezar kir û bang li rêxisitnên mafên mirovan kir ku sûcên ku dewleta Tirk li dijî zarokan pêk tîne, rawestîne.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker di 2’yê Kanûnê de komkujiyek li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiya li Şehbayê bûne, pêk anî û di encamê de 10 sivîl, ji nav 8 zarok in, şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

Xwendekarên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo û xwendekarên bajarê Minbicê ev komkujî bi daxuyaniyekê şermezar kir.

MINBIC

Xwendekarên Dibistana Raxib Haron a seretayî ya li taxa Hezwana ya bajarê Minbicê komkujiya ku artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokan de pêk aniye bi protestoyekê şermezar kir.

Xwendekaran wêneyên komkujî û pankartên bi nivîsên "Em ne terorîst in, lê belê Erdogan û xelîfeta wî El-Bexdadî terorîst in" û" Me zarokên cîhanê ji terorê parastin û îro cîhan li hember terora Erdoganê kujerê zarokên me, bê deng e", hildan.

Xwendekaran, deqeyeke rêz girtin û diruşmên" na ji tundiyê re, na ji kuştinê re û na ji terorê re" berz dan.

QAMIŞLO

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo xwendekarên navçeyê daxuyaniyeke şermzarkirina komkujiya ku artêşa dewleat Tirk a dagirker li dijî zarokên Erfrînê pêk aniye, weşand.

Daxuyanî li pêş Dibistana Xewla ya Keçan bi beşdariya bi dehan xwendekar tevî hildana pankartên bi nivîsên bi zimanê ingilîzî" na ji hovîtiya Tirkiyê re, na ji îxaneta Amerîkayê re, na ji guhartina demografiyê re û erê ji darizandina Tirkiyê re" hat xwendin. Daxuyanî ji hêla xwendekar Dilvîn Silêman ve hat xwendin.

Daxuyaniyê komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, şermezar kirin û her wiha jî komkujiya ku di 2’yê Kanûnê de li dijî zarokên Efrînê û koçberên li navçeya Til Rifetê jî, şermezar kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din