Xwendekarên Peymangeha Viyan Amara ezmûnên xwe pêşkêş dikin

73 xwendekarên Peymangeha Viyan Amara ya Zanistên Perwerdeyê, ezmûnên xwe yên dawîn ku dê heta 5’ê Tebaxê bidome, pêşkêş dikin.

Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya Zanistên Perwerdeyê li kantona Şehbayê dewreya yekemîn par vekir, her wiha tê de 73 xwendekar bi beşên cuda hene. Îro jî xwendekar ezmûnên merheleya bidawîkirinê pêşkêş dikin. Dê ezmûn heta 5’ê Tebaxê bidomin

Di peymangehê de beşên mamosteya polê, bîrkarî, fîzya, kîmya û beşa zanyarî hene.

Peymangeha Viyan Amara ya Zanistên Perwerdeyê di sala 2019’an de li kantona Şehbayê vebû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din