Xwendekarên Şehbayê dest bi ezmûnan kir

Piştî salekê ji vekirina dibistanan 14 hezar xwendekarên kantona Şehbayê dest bi ezûmûnên dawîn ên qonaxa navîn û qonaxa amadehiyê kir.

Tevî rewşên zehmet sala xwendinê li kamp, dibistanên wêrankirî û odeyên biçûk ku ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk hatine birêxistinkirin, 14 hezar xwendekar li herêma Efrînê derbasî ezmûnên dawîn ên qonaxa navîn û amadehî (polên 10 û 11`an) bûn.

Xwendekar li 65 dibistanên li gundên Şehba û navçeya Şêrawayê ya girêdayî kantona Efrînê hatine belavkirin.

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Gulistan Mihemd Abdo got ezmûn dê heta 10 rojan berdewam bikin.

Tê payîn ku xwendekarên qonaxa seretayî ezmûnên dawiya salê di 26`ê Gulanê de pêşkêş bikin, her wiha ezmûnên Bekelorya jî di 9`ê Hezîranê de dest pê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê nêzî 68 dibistan li gund û navçeyên kantona Efrînê, dema di 20`ê  Çileyê de êrîş birin ser Efrînê, wêran kirin û bi dehan xwendekaran birîndar û şehîd xistin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din