Xwendekarên serkeftî yên dibistana pîşeyî ya Qamişlo hatin xelatkirin

Rêveberiya dibistana amadehî ya pîşeyî ya bajarê Qamişlo xwendekarên serkeftî yên werza yekemîn xelat kirin.

Piştî bidawîbûna werza (serdem) yekemîna a sala perwerdeyê ya 2019/2020’an rêveberiya dibistana amadehî ya pîşeyî ya bajarê Qamişlo îro şahiya xelatkirina xwendekarên serkeftî yên beşên amadehî li dar xist.

Nûnerên Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê, Gerînendetiya Fêrkirinê ya Kantona Qamişlo, Yekitiya Mamosteyan a Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî şahiyê xelatkirinê bûn.

Ji dema vekirina dibistana pîşeyî ji sala 2018’an ve, ev şahî ya yekemîn e. Di dibistanê de beşên mekanîk, elektronîk, kehrebe, bernamekarî, hesinkarî, xeratî û torno hene.

Endama rêveber a dibistanê Welaa Ferman wiha diyar kir: "Ev dibistan ji bo pêşketina behre û pîşeyan hat vekirin. Em îro li vir kom bûne ku encamên bi dirêjahiya salekê kom kirine, pêşkêş bikin. Her tim têkiliyên me bi malbatên xwendekaran re hene ku pirsgirêkên wan çareser bikin û astên xwendekaran pêşkêşî wan bikin."

Xwendekarên dibistanê şanoyek pêşkêş kir, her wiha şahî bi xelatkirina sembolîk a xwendekarên serkeftî, bawernameyên dibistanê yên werza yekemîn û belavkirina diyariyan li xwendekaran, bi dawî bû.

)fr(

ANHA


Mijarên Din