Xwendekarên Zanîngeha Rojava kampaniya boykotkirina berhemên dewleta Tirk ragihandin

Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê kampaniya boykotkirina berhemên dewleta Tirk a dagirker ragihandin û gotin: “Ji berhemên dewleta Tirk a dagirker behna xwînê tê.”

Xwendekarên Zanîngeha Rojava kampaniya boykotkirinê berhemên dewleta Tirk a dagirker danê destpê kirin. Xwendevanan têkildarî mijarê de daxuyaniyek dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Hebûna gelê me ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê ji El-Qaîdê û DAIŞ û bi piştgiriya Amerîka ve, rastî êrîşeke metirsîdar hatiye.

Li Rojava, faşîzma Tirk hemû hêzên xwe yên leşkerî, aborî û siyasî li hember gelê me bi kar tîne û bi tank, top û bombeyên fosforî û kîmyawî êrîşî gelê sivîl dike. Bi navê ol û bi faşîzma Tirk û çeteyên wê serê zarok û mirovên me jê dikin û li Tirkiyê jî bi dehan mirov ji bo axaftina bi zimanê kurdî ji aliyê faşîstan rastî lînç, êşkence û kuştinê tên. Ev êrîş xuya ye ku deriyê li ber komkujiyê vedike û tunekirina gelê me armanc dike.

Li hember vê êrîşa bêbext em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng neman û bi her awayî em piştgiriya şervanên xwe dikin. Bi hemû hêzên xwe têkoşîn dikin da ku xaka Rojava û rûmeta gelê xwe biparêzin. 

Hemû rayedar, oldar, karmend, werzişvan, akademisyen û bazirganên nijadperest û faşîst ên Tirk weke civakeke faşîst destek dan vê êrîşa hovane û silava leşkerî şandin ji vê operasyonê re.

 Barê madî yê vê şerî ji piştgiriya dewletên paşverû û piştevanên terorê weke Qeter û ji torîzmê û ji bazirganiyê digire. 

Gelê me yê welatparêz li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û dostên me li cîhanê ji bo zûhakirina çavkaniyên vê şerî xebateke pîroz bi boykutkirina kirîna berhemên Tirkiyê û çûyîna Tirkiyê dane destpêkirin û encamên baş bi dest xistin. Li ser vê esasî, em gelê xwe li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û dostên xwe yên azadîxwaz spas dikin.

Em jî weke Zanîngeha Rojava tevlî vê kampaniya boykutkirinê dibin û bang li gelê xwe dikin ku bi giştî kirîna tiştên Tirkan boykut bikin û bidin sekinandin. 

Her lîreyek diçe hesabê Tirkiyê weke bombeyeke fosforî li ser zarokên me vedigere! Divê di her kêliyeke kirînê de em kuştina zarokên xwe bînin bîra xwe. Hemû tiştên Tirkiyê ku derbasî Sûriyê dibin pereyê gumrûkên wan diçin berîkên DAIŞ û çeteyên ku gelê me qir dikin.

Di demekê de, berxwedaneke mezin li hember dijmin heye, nabe ku kirîn û firotinên me têkevin xizmeta dijmin.

Li ser wî bingehî em di serî de bang li gelê xwe yê welatparêz ku hemû awayan dijmin boykot bikin û bandora dijmin ji nav jiyan, aborî û çanda xwe bavêjin.

Em bang li li Rêveberiya Xweser dikin ku pêşiya hatina tiştên Tirkiyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigrin û di vî derbarî de tedbîrên pêwîst li ser gumrikan werin girtin.  Her wisa em bang li hemû sazî û rêxistinên xwe dikin ku tevlî bangawaziya me ya boykutkirinê bibin.

Em bang li bazirganên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hemû bazirganiyên xwe bi Tirkan re rawestînin.

Em di wê baweriyê de ne ku bi vê xebatê em ê roleke berbiçav di vê berxwedanê de bilîzin.

-Bazirganiya Tirkan bazirganiya qirkirinê ye!

-Bi pereyên xwe, faşîzmê xurt nekin!

-Berhemên Tirkan bihana xwînê jê tê!

(mk)

ANHA 


Mijarên Din