‘Xweparastina ji Koronavîrusê erka her kesî ye’

Wekî hemû herêmên Sûriyê, ji bo parastina ji vîrusa Koronayê li Helebê jî biryara qedexeya derketina derve hat dayîn. Endamên saziyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bo parastina şêniyan kar dikin. Endam dibêjin parastina şêniyan berpirsyariya her kesî ye.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê, ji bo parastina şêniyan ji vîrusa Koronayê biryara qedexeya derketina derve da. Ji ber wê ji bilî dikanên madeyên xwarinê, firin û navendên tenduristiyê, park, dibistan, saziyên sivîl, werşeyên pîşeyî, bazirganiyê û kafe girtin.

Bi armanca pêşkêşkirina xebatan û parastina şêniyan, endamên saziyên sivîl bi koordîneya Hêzên Asayîş û Hêzên Parastina Civakî dest bi kar kirin û pêkanîna qedexeya derketina derve dişopînin. Li ser dikanan digerin, ji bo ku bihayan kontrol bikin û rê li pêşiya kesybaziyê bigirin.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, mekanîzmaya karê xwe bi pêş xist. Tevahiya endamên şaredariyê kirin endamên Komîteya Zabite ji bo ku di dirêjahiya rojê de kar bikin. Şaredariyê endamên xwe dabeşî sê beşan kir, beşek ji saet 9:00`an sibehê ve heya 15:00`an. Beşa duyem ji saet 15:00`an heya 17:00`an û beşa sêyem ji 17:00`an heya 21:00`ê bi şev.

Şaredariya Gel ji bo şûştina kolanên taxê û sûkan bi awayekî rojane, sahrîc veqetandin. Piştî şûştina bi klorê kolanan paqij dike. Li rex wê jî karkerên Komîteya Paqijiyê û Komîteya Xizmetguzariyê karên xwe bê navber didomînin. Ji ber ku paqijî bingeha xweparastina ji vîrusan e.

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihdî Bilal got: "Parastina taxê berpirsyariya hemûyan e. Lewra me şaredarî negirt. Xebatên me berdewam in. Tevahiya endamên şaredariyê niha bûne endmên Komîteya Zabite. Ji bo ku şêniyan ji keysbaziya bazirganan biparêzin."

Girêdayî pirsgirêkên ku rastî şaredariyê tên li gel ferzkirina qedexeya derketina derve, Bilal got: "Ruxmî ku miqdara ard ji bo firinan heya sê qatan zêde bûye. Lê şênî ditirsin madeyên zimhêrê yên bingehîn qut bibin. Ji ber wê madeyan depo dikin. Ev jî derî li pêşiya hinek bazirganan vedike ku bihayên madeyên bingehîn keysbaz bike. Bi rêya Komîteya Zabite em hewl didin buhabûnê kontrol bikin."

Bilal bang li şêniyan kir ku depokirina madeyên bingehîn kêm bikin û biryarên Meclisa Giştî ya qedexeya derketina derve bi cih bînin û ji malên xwe dernekevin. Ji bo ku tenduristiya xwe û malbatên xwe biparêzin.

Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Neşet Zîbar got: "Me bi rêya semîner û belavokan, zanabûna pêwîst girêdayî şîretên xweparastinê û nîşaneyên vegirtina vîrusa Korona bi koordîneya Meclisa Giştî dan meşandin. Me qedexeya derketina derve ji dîroka 23`yê Adarê ve ferz kir. Ji bo vê jî cihên giştî yên mîna dibistan, sazî û park hatin girtin. Tenê hinek dikanên madeyên xwarinê, firin, navendên tenduristiyê û iyadet ji vê biryarê hatine istisnakirin."

Zîbar wiha domand: "Her wiha me di her sê deriyên têketina taxê (Eşrefiye, Cezîre û Eward ) û li nexweşxaneya Xalid Fecir de amûrek pîvana pileya germahiyê danî. Heta vê kêliyê tu haletên vegirtina vîrusê di her du taxan de nehatiye belgekirin."

Zîbar di dawiyê de xebatên Meclisa Tenduristiyê yên di dema qedexeya derketina derve de wiha diyar kir: "Em di  Nexweşxaneya Xalid Fecir de rewşên lezgîn pêşwazî dikin. Em ê hejmarên telefonên nexweşxaneyê ji bo veguhestina nexweşan ji malên wan belav bikin. Li rex wê jî bi koordîneya Şaredariya Gel hemleyên paqijkirin û pakkirina kolanan, çavdêriya madeyan têne meşandin. Ji bo parastina şêniyan ew ger dê berdewam bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din