Hêrsa xelkê bajarê Girê Spî li dijî kiryarên dagirkeran zêdetir dibe.
Piştî ku çeteyên "Cebha El-Şamiya" ya girêdayî MÎT‘ê girtin ser malan, gelek sivîl di nav de jin bi tewama ku têkiliyên wan bi QSD‘ê re hene girtin xelkê bajêr bi mezin, biçûk, jin û zilamên xwe li dijî binpêkirinên daketin qadan û xwestin ku girtî bêne berdan.
Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker banga wan berdana revandiyan red kir, xwepêşandan berfireh bû, şêniyan li deriyê sînor panzêrên artêşa Tirk dan ber keviran, her wiha diruşmeyên ku banga derketina dagirkeran ji Girê Spî dikin qîr kirin.
Xwepêşandan hîn berdewam dike.
ANHA