Xwepêşandanên Êlekzeran li Lyon û Lantesê didomin

AFP`ê diyar kir ku çalakiyên Êlekzeran ku ev 6 meh e dewam dikin, vê carê li bajarên Lyon û Nantesê berdewam dikin.

Wezareta Hundirîn a Fransayê ragihand ku kêmî 19 hezar xwepêşandêr li hev kom bûne. Rayedaran ragihand ku di xwepêşandana şemiya borî de 40 hezar xwepêşandêr kom bûne, ku ji 17`ê meha Cotmehê de hejmara xwepêşandêran kêm dibe.

Têkildarî kêmbûna hejmara çalakgeran, bajarê Bordeaux yek ji nuqteyên ku tevgera çalakgeran lê gur e, lê di werza biharê de hejmara xwepêşandêran ne zêdetirî hezar û 500 kesî ye.

Der barê bersiva pirsa AFP`ê ya têkildarî mijarê de, hejmarek ji xwepêşandêrên Êlekzer ev yek pişt rast kir, lê bal kişand ser berdewamkirina tevgerê.

(eh)


Mijarên Din