Xwepêşandêrên Girê Spî: Em komkujiyên Osmaniyan ji bîr nakin

Xwepêşandanên şêniyan li bajarê Girê Spî yên şermezarkirina gefên dewleta Tirk di roja duyemîn de bi girseya beşdarên şêniyên kantonê berdewam e. Şêniyan tekez kir ku komkujiyên Osmaniyan ji bîr nakin.

Şênî di roja duyemîn de li bajarê Girê Spî li nêzî sînorê Tirkiyê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam in.

Roja duyemîn ya xwepêşandanê ya li taxa Minbetih di 2 konên li nêzî sînorê dewleta Tirkiyê hatiye vegirtin de bi beşdariya girseya şêniyên navçeya Silokê û şêniyên bajarê Girê Spî û gundewarên wê li dar e.

Pêkhateyên bajarê Girê Spî ji Kurd, Erebî Suryan û Tirkmen û li rexê jî rûspiyên êlên herêmê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Şêxê êla El-Cês Ebid El-Hecî ji beşdarên xwepêşandanê re got: "Îro li vir kom bûn da ku bibin bedenek bi dilekî, destên xwe bidin hev û bi sekneke mertalî rûmet û xaka xwe biparêzin. Em wêrankirina tu kesî naxwazin, tenê parastina xwe dikin."

Ebid El-Hecî wiha anî ziman: "Me şehîd dan. Ji lew re divê şehîdan bi bîr bînin, li ser rêça wan bimeşin û heviyên serketinê, edaleta civakî û jiyana hevbeş ên wan pêk bînin. Em tevhî projeya qurban û cîhadê ne heke xeterî li ser xaka me hebe."

Li aliyekî dîtir jî hevserokê Meclisa navçeya Silokê Elî Mihyedîn axivî û diyar kir ku ew nahêlin Tirkiyê desthilatiya Osamî li herêmê ji nû ve vejîne.

Mihyedîn lê zêde kir ku ew kiryar û binpêkirinên Osmaniyan der barê mezinên wan de û talankirina herêmê ji bîr nakin.

Hevserokê Meclisa navçeya Silokê Elî Mihyedîn wiha bi dawî kir: "Gefên Tirkiyê red dikin û dê yekitiya me siyaseta dagirkeriyê têk bibe.

Piştre hin ji şêniyên El-Bedo yên Ereb hin helbest xwendin, tê de yekitiya xwe li gel şêniyên herêmê li hember dagirkeriya Tirk a xaka Sûriyê anî ziman.

Li rex xwepêşandanên li Girê Spî, li bajarên Qamişlo û Kobanê jî çalakiyên hemreng tê de bi sedan şênî ji bo redkirina dagirkirina Tirk û gefên wê der barê herêmê de beşdar in, hene.

(fr)

ANHA


Mijarên Din