Xwepêşandêrên li Eyn Îsayê: Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku desteka siyasî bike

Çalakiya konvedanê li navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Bi sedan şêniyên kantona Kobanê û navçeyên wê û şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî tev li çalakiyê bûn.

Îro bi sedan şêniyên kantona Kobanê û navçeyên wê Çelebiyê û Cirin berê xwe dan konê çalakiyê li navçeya Eyn Îsa ku duh ji aliyê Meclisa Kantona Girê Spî û bi hevkariya meclisa navçeya Eyn Îsa hatelidarxistin.

Beşdaran pankartên "Em hemû QSD`ê ne ji bo welatê xwe, em komkujiya li ser zarokên Til Rifetê şermezar dikin" her wiha wêneyên zarokên ku şehîd bûn û birîndar bûn, hildan.

Şêniyan deqeyekê rêz girt, paşê bi navê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îbo, bi navê Meclisa Herêma Firatê Hisên El-Şêx û bi navê Kongreya Star Eyşê Efendî axivîn.

Axaftvanan da xuyakirin ku hevgirtina şêniyan sembola hevgirtina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana wan a li dijî êrişên Tirkiyê ye. Her wiha axaftvanan piştevaniya xwe bi QSD`ê re ku herêmên wan ji DAIŞ`ê rizgar kirin û îro parastina wan ji êrişên Tirkiyê dike, teqez kirin.

Axaftvanan daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku şantajê li dewleta Tirk bike da ku êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û destnîşan kir ku desteka civaka navneteweyî tenê mirovî ye, lê pêwîstiya gelê li herêmê bi desteka siyasî heye da ku îradeya wan di lêkirina civaka demokratîk de pêk were.

Hêjayî gotinê ye ku konê çalakiyê ku duh hate vedan, di roja yekemîn de şêniyên bajarê Minbicê beşdar bûn. Tê payîn ku sibe şêniyên bajarê Tebqayê li kêleka şêniyên navçeya Eyn Îsa beşdar bibin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din