Xwepêşandêrên li Spanyayê: Airbus balafirên şer difiroşe Tirkiyê ku Kurdan pê dikuje

Kurdistaniyên li Spanyayê bi hevkariya çalakvanên spanî firotina balafir û çekan ji hêla şîrketa Airbus ve ji dewleta Tirk re, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi wan balafiran gelê Kurd dikuje.

Ji bo firotina kargeha Airbus a çek û balafirên leşkerî ji dewleta Tirk re ku li dijî gelê Kurd bi kar tîne, kurdistanî û çalakvanên rêxistinên mirovan ên herêma Getafe ya paytexta Spanyayê Madrîdê duh li pêş kargeha Airbus a çêkirina çek û balafirên şer, protestoyek li dar xist.

Xwepêşandêran alên YPG, YPJ, TEV-DEM’ê û wêneyên qurbaniyên komkujiyên ku balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî zarokên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, hildan. Her wiha di pankratên de nivîsa"Airbus balafirên şer difiroşe dewleta Tirk ku pê gelê Kurd dikuje" hebûn.

Ev xwepêşandan ne ya yekemîn e, lê belê kurdistanî û dostên gelê Kurd ên li gelek dewletên Ewropayê  rêzeçalakiyên piştevaniya berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din