Xwepêşandêrên Reqayê: Em bi Ocalan re ne

Bi hezaran şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê piştî şewata li giava Îmraliyê, bang li civaka navdewletî kir ku fişarê li rejîma Tirkiyê bikin da ku tenduristiya rêber Ocalan bê eşkerekirin û piştrast kir ku dê çalakiyên xwe bidomînin.

Meş ji Çerxerêya El-Elem ber bi Nexweşxaneya Firatê ya naverasta bajêr ve dest pê kir. Her wiha şêniyan bang li rêxistinên hiqûqî û civaka navdewletî kir ku divê yekser tenduristî û rewşa rêber Abdullah Ocalan bizanibin û divê parêzer serdana Rêbertî bikin.

Şêniyên Reqayê pankartên "Bi hev re ji bo azadiya Rêbertî, bê serok jiyan nabe û Ocalan em hemû bi te re ne" hildan.

Endama rêveber a Komîteya Jinan Xaliya El-Kecwan axivî û şewata bizanebûn a li girava Îmraliyê şermezar kir û wiha got: "Em ji cîhanê re dibêjin ku gelo rihma di dilên wê de miriye ku rêber Abdullah Ocalan ê damezrînerê fikra neteweya demokartîk ku banga aştî û azadiya cîhanê dike, dîl bigirin."

Xaliya bang li civaka navneteweyî kir ku fişarê li rejîma Tirkiyê bikin ku tenduristiya rêber Ocalan bizanibin û wiha bi dawî kir: "Bê serok û fikra wî jiyan nabe, bijî demokrasî û hilweşe Osmanî."

Her wiha dê çalakiyên şermezarkirinê heta eşkerekirina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan bidomin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din