Xwepêşdanên li Babê veguherîn pevçûnan

Şêniyên bajarê Babê ê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketin xwepêşandana, xwepêşandan veguherî pevçûnan di navbera şênî û dagirkeran de.

Şêniyên bajarê Babê ji 4‘ê Hezîranê ve li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan a li bajarê wan ku gotibû dê milkên wan li wan vegerînin dest bi xwepêşandan kirin. Şênî li ber bargeha leşkerî ya dagirkeriya Tirk ku li Çiyayê Şêx Eqîl ava kirine xwepêşandan kir û destnîşan kirin ku ew siyasetên dagirkeriya Tirk red dikin û bi "zaliman" bi nav kirin.

Şêniyian 7, 14 Hezîranê û duh 21‘ê Hezîranê heman çalakî kirin. Hêzên dagirker bi tundî mudaxleya çalakiyê kir.

Di her çalakiyan de şênî pankarên bi zimanên Erebî û Tirkî wekî "Artêşa Tirk malên şêniyên Çiyayê Şêx Eqîl wêran kirin", "Şênî bê mal mane û artêşa Tirk nahêlin mal û milkên xwe bibin", "Şêniyên Cebel Eqîl ji ber bargehên leşkerî ji jora malên wan hatin avakiritawîzên mal û milkên xwe dixwazin" û "Hûn vegera Cemal Paşa an Sultam Mihemed El-Fatih dixwazin" hilda bûn.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi çekan mudaxeleya çalakiya şêniyan kirin da ku çalakiyê jihev bixebelav bike. Di encamê de hejmarek şênî birîndar bûn. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku nexweşxaneyên li bajarê Babê pêşwaziya birîndar nekir.

Hate diyarkirin ku hêzên dagirker li zilamên bi temen ên beşdarî çalakiyê bibûn xistin û xwestin wan bigirin, xwepêşandêran jî bi heman rêbazê li wan dan. Çavkaniyekî nêzî xwepêşandaran teqez kirin ku berdêl çi bê dê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran dewam bikin.

ANHA


Mijarên Din