‘Yê ku qedexeyê binpê bike dê rastî lêpirsîna qanûnî bê’

Di çarçoveya parastina ji vîrûsa Koronayê, hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexekirina derketina derve girt. Qedexe ji seat 06.00’ê roja 23`yê Adarê ve destpê kir. Rêveberiyê got, yê ku qedexeyê binpê bike dê rastî lêpirsîna qanûnî bê.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 19`ê Adarê de belavokek derxistibû û tê de gelek biryarên li dijî vîrûsa Korona dane bibîr xistinbûn. Ji van biryaran jî ya herî giring biryara qedexeya derketina derve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Qedexeya derketina derve ji sibeha roja Duşemê ve 23-3-2020`an saet 06:00`ê sibehê destpê kir.

Biryar heya demek ne diyar wê berdewam bike. Li gorî wê;

-Tevger û veguhestin di navbera rêveberiyên xweser û sivîl, di navbera bajarên sereke, di nav her rêveberiyê de tê qedexekirin.

-Tevahiya xwaringeh, kafe, bazar, parkên giştî, iyadetên taybet, holên şahiyan û konên  sersaxiyê têne girtin.

-Ji vê biryarê tenê nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor û Heyva Sor, dermanxane, komîteyên pakkirinê, karmendên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê tên istisnakirin. Her wiha erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan û sahrîcên veguhestina sotemenî jî têne istisnakirin.

-Divê şênî van biryaran pêk bînin. Her kesê ku van biryaran pêk neîne wê rastî lêpirsîna qanûnî were.

(şx)

ANHA


Mijarên Din