Yagiz: Çalakiyê bi dawî dikim, têkoşîn dê bidome

Endamê Meclisa HDP'ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz ku 187 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya xwe bi dawî kir û got “Têkoşîna me dê heta Kurdistaneke azad berdewam bike.”

Piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxuyaniyên girtiyên zindanan, Leyla Guven û parlamenterên HDP’ê, Nasir Yagiz jî li nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Nasir Yagiz wiha got: “Wekî roja yekemîn ku me got, tenê gotina rêber Apo ji bo me girîng e. Heta niha em bi vî rihê hevrêtiyê nêzîk bûn, îro em bi vî rihî, li ser banga rêber Apo, wekî hevalên xwe yên zindanan, wekî hevala me Leyla Guven çalakiya xwe bi dawî dikin. Ez bejna xwe li beramberî rêber Apo, hevalên zindanan û tevgera azadiyê ditewînim.

Ev bidawîbûna çalakiyê nayê wateya ku têkoşîna me bi dawî bûye, têkoşîna me wê ji îro û şûnde jî, ji bo demokrasî û Kurdistaneke azad bidome. Ez ji hemû dayikên me yên laçikspî ku qet em bi tenê nehiştin, hemû dost û hevalên me, ji partî û rêxistinan û çapemeniya azad re ku ji roja destpêkê heta îro em bi tenê nehiştin, spas dikim.”


Mijarên Din