`Yan jî wê ispat bibe ku bi Tirkiyê re şirîk in’

Hevserokê Têkiliyên Dîplomasî yê PYD’ê yê kantona Hesekê Ciwan Îso, bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ji zêdegaviyên Tirkiyê re eşkere bike û got: “Eger eşkere nebe, wê ev yek ispat bike ku bi Tirkiyê re şirîk in.”

Her çend li herêma Başûrê Kurdistanê hikumet nehatibe avakirin û parlemento nehatibe lidarxistin jî Nêçîrvan Barzanî wek serokê hikumeta herêmê tê dîtin. Van demên dawî de, di navbera Barzanî û Erdogan de civîn hatin lidarxistin. Di encamê de dewleta Tirk bi desteka Barzanî êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirin û pêşmergeyan nûqteyên xwe yên leşkerî dan leşkerên Tirk.

Girêdayî mijarê ajansa me hevpeyvînek bi hevserokê Têkiliyên Dîplomasî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê Kantona Hesekê Ciwan Îso re çêkir.

Îso tekez kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk di radeya yekemîn de gel û hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin hedef.

Îso got: “Êrîşên dewleta Tirk ne nûn ne, ev êrîş berdewamiya êrîşên demê berê ne. Armanca wê ya sereke ew e ku erdnîgariya herêmê bi giştî bixe bin serweriya xwe ye."

Îso diyar kir ku piştî li darketina civînan di navbera Barzanî û serokkomare dewleta Tirk a dagirker de, pêşmergeyan li gel bêdengiya hikumeta Başûr nûqteyên xwe yên leşkerî dan leşkerên dagirkeriya Tirk. Îso destnîşan kir ku ev jî ispat dike ku koodîneyek istixbaratî di navbera her du aliyan de heye.

‘Helwesta gelê herêmê diyar e’

Îso gotinên xwe wiha berdewam kir: “Divê hikumeta Başûr û gelê herêmê baş bizanin ku ev êrîş di radeya yekemîn de wan dike hedef. Siyaseta dewleta Tirk diyar e. Armanca wê jî têkbirina vîna gelê Kurd û tevahiya pergalên demokratîk ên herêmê ne. Helwesta gelê herêmê diyar bû. Gel siyaseta hikumeta Başûr û êrîşên dagirkeriya Tirk ên dawîn şermezar kirin û çalakiyên mertalên zindî lidar xistin."

Îso destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawîn de carek din çareseriya aştiyane û dûrketina ji tundiyê tekez kir, da ku bighêjin çareseriyekê ji tevahiya herêmê re.

Îso hêvî kir ku civînên dawîn ên ku di navbera partiyên Kurd ên Rojava û partiyên Başûrê Kurdistanê de lidar ketine, zemînek guncaw ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistranê ava bike. Îso got: “Tevî wê jî em encamên berovajî li ser erdê dibînin. Berovajî texmînên gelê Kurd. Pêvajoya heyî hevgirtina di navbera hemû gelên parçeyên Kurdistanê de pêwîst dike."

Îso gotinên xwe wiha domand: “Eger, li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê bêdengiya hikumeta Başûr berdewam bike, dê ev yek bandorê li hindirê Başûr bike.”

Di dawiyê de hevserokê Têkiliyên Dîplomasî yê PYD’ê yê Kantona Hesekê Ciwan Îso bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ya li hemberî zêdegaviyan û rûyê rastîn ê êrîşan eşkere bike. Îso got: “Eger rewş neyê eşkerekirin, ev isbat dike ku hikumeta Başûr bi êrîşên dagirkeriya Tirk re şirîk in û dê encamên wê yên neyînî li herêmê bi giştî bike. Ev siyaset xizmeta dagrikeriya Tirk, siyasetên ku hebûna gelê Kurd, tevahiya gelan û pergalên demokratîk dike hedef, bike.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din