Yarîgeheke nû li Kobanê vedibe

Desteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Kobanê ji bo pêşxistina çalakiyên werzîşê û avakirina derfetan ji lîstikvanan re, yarîgeheke futbolê li Kobanê ava dike.

Bi armanca pêşxistina çalakiyên werzîşê li kantona Kobanê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê, yarîgeheke biçûk a futbolê (goga piyan) bi navê zarokên Kobanê ava dike. Piştî bidawîkirina vê yarîgehê dê dest bi avakirina yarîgeheke nû were kirin.

Yarîgeh nêzî 3 meh e ku tê avakirin û derdora mehekê dê xebatên avakirina wê bi dawî bibin.

 Yarîgeh herî zêde ji bo jinên ciwan û zarokan e, lê wê hemû tîmên futbolê yên Kobanê yên fermî di yarîgehê de perwerde bibin.

Yarîgeh bi dirêjahiya 52 m û firehiya 32 m ye. Yarîgeh li rex navenda Desteya Ciwan û Werzîşê ye ku li navenda bajarê Kobanê dikeve.

Ji rêveberiya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê Ehmed Derwîş der barê mijarê de wiha got:  "Armanca me ya sereke ji bo avakirina yarîgehekê, ew e ku ciwan bi hêsanî perwerde bibin."

Derwîş di dawiya axaftina xwe de got: "Pêwîstiya me bi yarîgeheke mezin heye, ji ber ku di Kobanê de yarîgehên mezin tune ne."

(şm-hk)

ANHA


Mijarên Din