Ji duh ve, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin.
Di êrişa îro topek li mala her du xwişk Nesrîn û Yasmîn Nîdal Hesen ketin û her du birîndar bûn. Her du xwişk niha li nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê tên dermankirin.
Yasmîn ji ANHA'yê re diyar kir ku ji duh ve bi sedan top li gund ketine û di encamê de ew û xwişka xwe birîndar bûe.
Yasmîn Hesen got: "Bê serûber topan li gund dibarînin. Rojek derbas nabe bêyî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hovane gund topbaran nekin."
Xweşika Yasmîn, Nesrîn bi giranî di pişta xwe de birîndar bûye, niha di bin çavdêriya kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyê de ye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şêrawayê ku bi hezaran kes lê dijînin, bi domdarî topbaran dikin.
ANHA