Yasîn El-Belxî: ''Lihevkirin" lîstokeke pir xeter e

"Lihevkirin" yên ku hikumeta Şamê li gelek herêman pêk tîne, hewldaneke da ku desthilata xwe li ser welat vegerîne û muxalifan tesfiye bike. Li ser mijarê endamê damezrîner ê Partiya Kombûna Niştimanî ya Sûriyê li başûr Yasîn El-Belxî hişyarî da û got: "Ev lihevkirin lîstokeke pir xeter e."

Hikumeta Şamê "Lihevkirinên" ku li bajarê Derayê pêk hatiye, didomîne. Hikumeta Şamê van "Lihevkirinan" wekî deriyê tolhildana ji muxalifên xwe yên li başûrê Sûriyê û tunekirina wan dibîne, li şûna ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyê bibîne, ji van ''lihevkirinan'' armanc dike ku rewşa herêmê vegerîna mîna beriya 2011'an. Di encamê de rewşa ewlehî ya Derayê her tim tevlihev e.

Ji dema ku hikumeta Şamê "lihevkirin" bi sponseriya Rûsya re di Îlonê de pêk aniye, rojane bûyerên qetilkirin û revandin li Derayê çêdibin. Li gorî SOHR, hejmara kesên ku bi awayên cûda li Derayê hatine qetilkirin gihaşt 85, di nav wan de kesên ku "lihevkirin" pêk anîne, hene.

Li gel bêaramî û bêistiqrara li bajar, hikumeta Şamê roja şemiya borî bi moşekan bajarê Hîrak ê gundewarê rojhilatê Derayê topbaran kir, di encamê de 10 welatî birîndar bûn. Çekdarên nenas jî bersiv da û êriş bir ser du bendên kontrolê yên leşkerên hêzên hikumeta Şamê. Êrişa yekemîn li bajarokê Milêha yê rojava bû û ya duyemîn jî nêzî deriyê Lîwa 52 Mîga ya rojhilatê Derayê bû. Di encamê de 3 leşkerên hêzên hikumetê birîndar bûn.

Ji Hezîrana 2019'an û heta roja me ya îro hejmara êriş, hewldanên qetilkirinê bi rêbazên cuda ku ji aliyê şaneyên çekdar ve hatine kirin, gihaşt hezar û 305'an. Di navbera vê demê de hejmara kesên ku hatin kuştin gihaşt 955 kesan, ji wan 4 çekdarên xwecihî ne yên ku "lihevkirin" red kirin, 308 sivîl in, 18 jin, 26 zarok in, 416 leşkerên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ne, her wiha 159 kesên ku "Lihevkirin" pêk anîne û tev refên saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bûne,  her wiha 31 çekdarên sûrî yên girêdayî Hizbullah e û hêzên Îranê û 37 jî yên "Feyleqa 5'an "ne.

Derbarê mijarê de, endamê damezrîner ê Partiya Kombûna Niştimanî ya Sûriyê li Başûr Yasîn El-Belxî ji ANHA'yê re axivî û got: "Sedema zêdebûna bûyerên kuştinê li Dera û rewşa tevlihev a daîm a ewlehiyê ew  ku hikumeta Şamê dixwaze ji endamên ku projeya rûsî û îranê red dikin, xilas bibin. Her wiha serdestiya rejîmê ji nû ve vegerîne û ji endamên ku hatin bikaranîn xilas bibe ku hatin eşkerekirin û ji aliyê civakê ve hatine nefretkirin. Di heman demê de armanc ji van lihevkirinan, kuştina hêdî ya rihê şoreşê ye û hemû sûcên ku rejîm û terorê kirine bixin stûyê şoreşê. Her wiha da ku bajar di rewşeke tevlihev de bimîne. Ji ber ku aramkirin tê wateya vegera xwepêşandanên aştiyane ye. Dîsa jî ji bo ku xwe li pêşiya civata navneteweyî bide xuyakirin ku hêza tekane ya ku dikare dawî li aloziyê bîne."

Hikumeta Şamê bi desteka Rûsya, destpêka Mijdara borî ve dest bi , "Lihevkirin" kir ku li Dera, başûrê welat bi bin ketin. Li Dêrazorê jî xefkeke da ku ciwanan bi aliyê xwe ve bikişîne. Di vê çarçoveyê de saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bi hezaran kesên ku li herêmên Dêrazor, Meyadîn û Bûkemal "lihevkirin" pêk anîne, tev li dewreyeke leşkerî kirin da ku wan beşdarî şerên li dijî DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê bike.

SOHR ragihand ku hikumeta Şamê zêdetir 42 kesên ku  "lihevkirinên dawiyê" li gundewarên Dêrazorê pêk anîne, ew neçar kirin ku leşkertiyê bikin. SOHR destnîşan kir ku beşek ji wan kesan ber bi herêmên QSD'ê ve reviyan.

Yasîn Belxî jî got: "Lihevkirin planeke rûsî-îranî ye ku alîkariyê bidin rejîmê da ku helwesta xwe kontrol bike û ji nû ve herêmê vegerîne. Her wiha da ku demê qezenc bike û propagendaya xwe di aliyê siyasî de  li pêşiya civata navneteweyî bike û ji muxlaif û kesên ku projeya rûsî-îranê red kirine xilas bibe û rejîmê vegerîne rewşa beriya 2011'an."

El-Belxî diyar kir ku armanc ji pêkanîna vê planê li Dêrazorê ew e ku desthilata milîsên Îranê yên li bajar bisepîne ku gel bi tevahî pêkhateyê wê wan red dike.

Destpêka îsal jî, hikumeta Şamê hewl dide vê planê li Reqayê pêk bîne ku gelê herêmê bi temamî dike. Di vê çarçoveyê de hikumeta Şamê şênî û karmendên xwe ji herêmên din vediguhêze navendên ku vekirine û îdia dike ku şênî bi xwe diçin wan navendan. Li hemberî vê planê, li Reqa û Tebqayê xwepêşandan hatin lidarxistin, rûspiyên eşîrên Ereb bi daxuyaniyekê ev plan red kirin.

Eşîran li tax Mişleb a Reqayê li eywna şêxê eşîra Efdîla, Hiwêdî Şilaş El-Michim  daxuyanî da. Di daxuyaniyê de got, ev lihevkirin rasterast gefê li istiqrara bajar û gundewarê wê dike, her wiha bang li welatiyan kir ku "Lihevkirinan" pêk neyînin."

Yasîn El-Belxî li ser vê yekê got: "Em nabêjin hikumeta Şamê, lê em dibêjin rejîma terorîst a serwer a Şamê. Ev rejîm her welatiyek sûrî  kudesthilatê red dike dijmin, dijmin dibîne û divê fîzîkî û fikirî were tesfiyekirin."

El-Belxî destnîşan kir ku girêdana hikumeta Şamê bi zihniyeta ewlekarî, çareseriya leşkerî û ferzkirina tundiyê ku ji salên heftêyî yên sedsala borî ve didomîne û bi vê zihniyetê desthilatdariya xwe li ser ava kiriye û got: "Zihniyet ev e, terorîst û zilmê."

Endamê damezrîner ê Partiya Kombûna Niştimanî ya Sûriyê li başûr Yasîn El-Belxî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "Lihevkirinên bi vî rengî nikarin bibin çareserî, ji ber ku  nakokiyê di navbera pêkhateyên civaka sûrî de xurt dike. Ev lîstokek pir metirsîdar e, ji ber ku dibe sedema teqîneke nû û temenê aloziyê dirêjtir dike ku dihêle rejîmê di pileya dawî ya dijminatiya hemûyan de be û wê dike lîstikvan tenê di nav de hemûyan de."

ANHA


Mijarên Din