YBŞ: Egîdên çiyayê Şengalê dê her tim rêya me ronî bikin

YBŞ’ê bi boneya salvegera duyemîn a şehadeta Zekî Şengalî peyamek weşand û got “Di şexsê egîdê civaka xwe Mam Zekî Şengalî de tevahî şehîdên komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, gundê Koço û tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin.”

Di daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê de wiha hate gotin:

“Em di duyemîn salvegera şehadeta ku nasname, pêşeng, tifaq, îrade, wate, hebûn û stûna civaka me Mam Zekî Şengalî bi rêzdarî û minetdariyê bi bîrtînin. Şervanê me Mahîr Serhed Şengalî ku di heman êrişê de bi Mam Zekî re gihîşt şahadetê bi hemû rêzdariyên xwe bi bîrtînîn û bejna xwe li beramberî bîranînên wan de di tewînîn. Di şexsê egîdê civaka xwe Mam Zekî Şengalî de tevahî şehîdên komkûjiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, gûndê Koço û tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin.

Roja 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Ji roja destpêkê heyanî roja me ya îro bûye xeleka azadiya gelên bindest. Di dilê dijmin de bûye birînekê bê derman û her ku diçe ev birîn kûrtir û mezintir dibe.

Li kêleka qehremanî û pêngavên 15’ê Tebaxê ku li dijî bindestiyê hatine avêtin, mixabin di 15’ê Tebaxê de rojên ji bo me giran ji hatine jiyîn. Gelê ku herî zêde ev êş kişandiye bêguman civaka me ye. Ji ber ku dijmin jî baş dizane eger bixwaze gelekî ji holê rake êrişê koka wî gelî dike. Ji ber vê jî baş dizanî heya ku koka gelê Kurdistanê ji holê raneke ew nikare vê rojê reş bike û bike rojekê xemgînî. Bi vê yekê di 14’ê Tebaxê 2007’an li gûndê Tilezêr û Sîba Şêx Xidir bi êrişekê hovane komkûjiyek li ser gelê me de anîn. Bi sedan însanên me qetil kirin. Disa di 15’ê Tebaxê sala 2014’an li gûndê Koço komkûjî pêk anîn. Bi sedan însanên me careke din qetil kirin, yên ku dil ketine destê dijminê hov jî bi şêwazê li dijî mirovahiyê qetil kirin. Di 15’ê Tebaxê 2018’an de ku salvegera komkujiya gundê Koço de pêşeng û egîdê gelê me Mam Zekî bi destê hevkar û îxanetçiya kirin hedef, bi êrişekê tirsonek û bêbext de şehîd kirin. Ev dîrok ne tesedûfin û ne hema bi şêwazekê çawalêhato ve pêk anîne. Armanca xwe ev e; ji bo ku ev roja di aliyê gelên bindest de roja vejînê ye xwestin bikin rojekê reş. Dîsa çavên gelan bitirsînin, çonk lê danîn û bitewisînin.

Lê belê dijmin bi van plan û leyistokên xwe yên qirêjî negihîşt armanca xwe. Çi qasî komkujî û ferman ji li sermede anîn nekarîn me tune bikin. Li hemberî her êrişekê em behtir bûn xwedî hêzek û me behtir yekitiya xwe xurt kir. Xwastin di şexsê pêşengê civaka me Mam Zekî de tevahî civaka tune bikin. Ji ber ku tevahî gelên herêmê Mam Zekî ji bo xwe pêşeng ditîtin, ji bo xwe azadî didîtin, ji bo xwe hebûn didîtin û ji bona xwe îrade ditîtin. Lê belê tişta ku mejiyê dijmin ne girte ev bû; ewan nekarin bi van êrişan me tûne bikin, bi şehadeta Mam Zekî ne karîn îrade û tifaqiya gelên herêmê xirabikin. Îro bi hezaran şopdarên Mam Zekî li pey doza wî de di meşin. Bi hezaran şervanê Mam Zekî Şengalî xwe bi rêxistin kirine û bûne fedaiyên civaka xwe. Îro gûnd û bajarên me nayên terikandin berovajiya wê ditên avakirin. Yanî çawa ku di sala 1984’an de xeyalên dagirkerî û Osmaniya hat tûnekirin di roja me ya îro de jî bi berxwedaniya gelan ve xeyalên hişmendiya Osmanî wê tune bibe.

Em weke şagirtên Mam Zekî fedaiyên gelan soz û bîryardayîna xwe ya di roja destpêkê de me daye, em ê ji îro şûnde jî bi heman bîr û baweriyê têkoşîn û berxwedana xwe di asta herî jor de berdewam bikin û em ê xeyal û armancên Mam Zekî pêk bînîn û em ê bi jiyanî bikin. Em ji bona civaka xwe ji dibêjin; çawa ku Mam Zekî hemû hebûna xwe da vê civakê divê gelê me jî li devdora keda Mam Zekî bibin yek, yekitiya xwe mezintir bikin û bi vê îradeya xwe ve lîstokên dijmin têk bibin. Bi vê yekitiyê ve jî xwedî derketinek li Mam Zekî a dibe nimûne, bidin avakirin.

Li ser vî esasî û biryardariya xwe em careke din egîdê xwe Mam Zekî Şengalî, di şexsê wî de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tinîn. Em soza xwe ya armancên wan ya bi jiyankirinê dubare dikin. Em ji bo malbata xwe ya hêja ji dibêjin em bi hebûna mamê xwe Mam Zekî çawa şad dibûn ji îro şûnde ji bi serbilindiyekê mezin ve em ê li pey şopa wî meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin. Em wek civaka Kurd, êzidî û şervanê YBŞ û YJŞ’ê ji bo me serbilindiyeke bêhempa ye ku em bûne xwediyê lehengek weke Mam Zekî Şengalî.”


Mijarên Din