YBŞ: Ferqa van êrîşan ji yên DAIŞ’ê tune ne

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê  got: “Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û qirker de, yek ji fermandarên YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û endamên din ên YBŞ'ê, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûne. Tu ferqa van êrîşan ji yên DAIŞ’ê tune ne.”

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê derbarê êrişa li dijî Dugirê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê, di êrişa balafirên bê mirov ên şer ên artêşa dewleta Tirk de, 4 endamên YBŞ'ê şehîd bûne.

Hate gotin, ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker û qirker de, yek ji fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî û endamên din ên YBŞ'ê, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî şehîd bûne, endamekî wan jî birîndar bûye.

Di dewamiya daxuyaniyê de YBŞ'ê got: “Ev êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelê me pêk tîne, ji bona me û gelê me ti ferqa xwe ji êrişên DAIŞ'ê nîne. Ev êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gelê me û şervanên me pêk tên, pêwîste dewleta Iraqê xwe li hemberî van êrîşan berpirsyar bibîne.

Dewleta Iraqê ji û her kes ji dizane YBŞ di Iraqê de hêzek fermî ye. Tevî vê rastiyê, dewleta Iraqê dihêle ev pênc carin dewleta Tirk êrîşê me û gelê me bike. Divê dewleta Iraqê rê nede ku ev êrîş pêk werin û bêdeng nemîne. Em heman tiştî ji bona hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê jî dibêjin, pêwîste koalisyon jî, xwe berpirsiyar bibîne. "

Ji bo civaka êzidî û gelê Kurdistanê jî hate gotin, ku divê xwedî li fermandarê xwe yê mezin Zerdeşt Şengalî, Hemîd Şengalî, Şervan Cîlo û Êzdîn Şengalî derbikevin.

YBŞ'ê got: “Ji bo van çar şehîdên xwe em ê bi bîryardarî û cesaret her tim xurt tevbigerin, di her kêliyê de ji bona bîranînên wan, kar û xebat bikin. Hedefên ku van qehremanên mezin dixwastin pêk bînin em ê xwe bigîhîjînin wan. Û bila dijmin û dostên me bizanibin, kesek nebêje ew ê bi van êrîşan zehîf bikevin. Her şehîdekê me ji bona me talîmnameya rêya azadî û serketinê ye."

Di vê navberê de hate ragihandin, ku wê sibe li gorî dema Şengalê, saet 9'an, bi meşeke girseyî cenazeyên cangoriyan, ji nexweşxaneya Xanesorê bên girtin.

Piştre jî li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, bi merasîmekê bên oxirkirin.


Mijarên Din