YBŞ’ê êrîşa DAIŞ’ê têk bir

Çeteyên DAIŞ'ê serê vê sibê êrîşî nuqteya YBŞ'ê ya li Medîwanê kir. YBŞ'ê bi tundî bersiv da û di encamê de wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin û êrîş hate têkbirin.

Çeteyên DAIŞ'ê li nêzî gundê Hellûş ê bajarokê Medîwanê yê Şengalê, saet di 05:45’an de bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîşî nuqteya hêzên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir.

Hêzên YBŞ'ê bersiv da çeteyan û şer derket. Di şer de YBŞ'ê êrîş şikand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, YBŞ'ê bersiveke tund da çeteyên DAIŞ'ê û wesayîteke wan a bombebarkirî rûxand û çeteyên din neçar mane paşde birevin.

Der barê kuştî û birîndaran de agiyeke zelal bi dest neket. 


Mijarên Din