YBŞ û YJŞ Mam Zekî Şengalî bi bîr anîn

Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê bi daxuyaniyeke hevpar Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de hate goitn "Mam Zekî tovê avakirina hêza parastinê bi ked, tifaqî û biratiya gelan ve ava kir."

Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê bi daxuyaniyek nivîskî Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku di 15’ê Tebaxa 2018’an di bombebarana balafirên şer ên dewlet Tirk de şehîd bibû bi bîr anîn.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê wiha ye:

"Em bi bonêya salvegera şahadeta mamê tifaqa yêkîtiya me Zekî Şengalî bi tekoşîna ruhê egîdan bi bîr tînîn û rêka Mam Zekî ji bo berxwedanê û peşêngtiyê vekirî de em soza armancê wî gihandina serkeftînê nû dikin. Dîsa salvegera 12'emîn a komkujiya Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir û her wiha pêncemîn salvegera komkujiya Koçoyê de em tevahî şehîdên fermanê bi bîr tînin. Di şexsê şehîdên her sê komkujiyan de em tevahî şehîdên fermanê û herweha tevahî şehîdên maratona azadiyê bi rêz û bi minet bi bîr tînin û bi rihê tolhildana hemû ferman û qirkirinan soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û bûyîna bersiva tevahî fermanan didin.

Çardehê Tebaxa 2007'an komkujiya Sîba û Tilezêr bû, 3'yê Tebaxê fermana 2014'an pêk hat. Herweha 15’ê Tebaxa heman salê de komkujiya Koço ne tîştek tesadûf e. Fermanê li ser me pêk hatî raserî roj û vejîna gelê kurdistanê pêk anîn planekî bi hişekî dîrokî hatî kirine. Ji bo 15’ê Tebaxê di dîroka gela de xwedî wateyekî li hember dagirkerî nû vejîna azadiyê ye. Dîsa di heman roja de êrîş li ser Mam Zekî pêk hat. Bi vê êrîşê dijmin xwest ruhê me yê nû vejînbûnê biçikêne. Bi êrîşê li ser Mam Zekî xwestin nirxê me yê di têkoşîna dijî fermanê de çêbuyî û di şexsê Mam Zekî de buyî sitûna azadiya civaka me bişkînin û bi çewisînin. Plangerî bi van hesaba hatibû kirin. Lê tekoşîna YBŞ YJŞ û sekna gele me ê berxwedêr ev plan û xeyalê dijmin şikand û tekoşîna xwe mezintir kir. Di vê têkoşîn û berxwedanê de îro YBŞ û YJŞ ne tenê hêzek parastina Şengalê, di heman demê de hêzek di çareserî û îstîqrara Iraqê de jî xwedî rol û mîsyonek sereke ye. Di roja îro de YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxan di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de disa parastina hevbeş û tifaqa gelê Iraqê de hêzek diyarker û sereke ye. Li ser tifaq û demokrasiya heremê de temînatek girîng e. Mam Zekî tovê avakirina hêza parastinê bi ked, tifaqî û biratiya gela ve ava kir û di vê oxirê de xwe kir cangoriyê van nirxê azadiyê. Di sala yekemîn a şehadeta wî de wekî dijmin dixwest me paşde gav ne avêt. Me di înşa kirina xeyalê mamê xwe de gavên tifaqî û parastinê ê pir girîng avêtin. Di her rojê têkoşîn û berxwedaniyê de em ê xwestekê Mam Zekî li ser vê axê misoger bikin. Di xweseriya demokratik avakirin de, YBŞ û YJŞ mezinkirin û kirina hêzekî serkeftînê de her dilopek xwîna şehîdên me wê bibe hêz û sonda me a têkoşîn û serxistinê.

Di roja vejînê a 15’ê Tebaxê de em di şexsê egîdê êzîdxanê Mam Zekî Şengalî de tevahî şehîda bi bîrtînin. Soza şopandina rêka wan didin. Ala wan bi xwîna xwe bilind kirî bi ruhê wa efirandî em ê parastinekî serkeftî bi gihênîn encam."


Mijarên Din