YBŞ-YJŞ’ê peyameke Newrozê weşand

YBŞ-YJŞ’ê bi peyamekê Newroz pîroz kir û diyar kir ku “Em Newroza axên azad ên Şengalê pîroz dikin, cejna Newrozê li gelê me yê leheng, hevalên me, gelên cîhanê yên ku li dijî hemû şert û mercan û her cure dijwarî, zilm, xiyanet, dek û dolaban li ber xwe didin, pîroz dikin.”

Fermandariya YBŞ-YŞJ’ê peyameke pîrozbahiya Newrozê weşand û tê de wiha got:

“Bihar ji nû ve avakirina xwezayê û nîşaneya xwe bi giştî rengan re xwe ji nû ve avakirin e. Bihara gelê Rojhilata Navîn jî Newroz e. Newroz ji nû ve avakirin, roja nû, nû raperîn û cejna azadiyê ye û em vê Newrozê di serî de li berxwederên Şengal û Êzîdxanê pîroz dikin, rêber Apo silav dikin û bi dilekî germ vê cejnê ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn pîroz dikin. Newroz bi agir tê nasîn. Em di serî de hemû şehîdên Newrozê, destpêkê Kawayê hemdem Mazlûm Doxan ê ku agirê pîroz ê Newrozê bi laşê xwe geş ki,r pîroz dikin, bejna xwe li hemberî şehîdên Newrozê ditewînin û soz dikin ku agirê Newrozê hîn geştir bikin.

Agir bi qasî ku pîroz e, de heman demê de jî şewat e û hevanîn e. Agir sembola berxwedanê ye ku gelên Rojhilata Navîn bi hev re tîne. Gelên kevnar ên Mezopotamyayê li dora zarokên Rojê, yê ku parastina agirê dike re digihîjin hev û çarenûsa Rojhilata Navîn bi hev re dinivîsin. Gelên me yên kevnar, ên ku li dijî her cure hêzên dagirker, çete û talanker şer dikin, bi pêxistina agirê Newrozê bi hezar salan re bersiv didin. Roja nû ango Newroz ji roja li dijî zilm û zordariya Dehaq bi pêxistina agirê serhildanê Kawa heya roja me ya îro bûye navê roja ku hemû gelên Rojhilata Navîn xwe birêxistinkirî û têkoşîna mezinkirî ye.

Gelê me yê ku yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn e, xwe bi agirê pîroz afirandiye û hebûna xwe heta roja îro aniye, wek gelê agir û rojê li hemberî her cure êrîşên dagirker û metêngeriyê hebuna xwe parastiye, dest ji nirxên xwe yên civakî û baweriya xwe bernedaye. Agirê Newrozê ku ji bo gelê me watebûn û nasname ye, di heman demê de ji bo hemû bindestên ku bi hezaran salan de tên pêpeskirin, zulm li wan tê kirin û xaka wan tê dagirkirin jî bûye sembola azadiyê û li herêma me heta roja îroyîn veguheriye ruhê berxwedan û raperînê. Newroz li hemberî zulma Dehaq bûye rojeke ku hemû gelen Rojhilata Navîn li dora agirê raperînê yê Kawayê Hesinkar xwe birêxistin kirine, teslîmiyet qebûl nekiriye û têkoşîn bilind kirine. Her serdemeke dîroka şaristaniyê, dîroka hewldanên êrîş û dagirkeriya li ser gelê me yê ku koledarî û mêtingerî qebûl nekiriye. Gelê me her carê sînor, koledarî û mêtingeriya ku şaristaniyê ava kiriye perçe kir, teslîm nebû û bi berxwedan û îsrara jiyana azad re, bûye gelê agir û Newrozê.

Newroz ji roja Kawayê hesinkar a ku meşaleya berxwedanê da dest pê kirin re bûye destan û ji bo gelê me yê Êzidî li hember fermanan bûye meşaleya ku rêya me ronî dike ye. Li ser salvegera nû ya Newrozê, ku riya me ya jiyana azad ronî dike, em her roj bi germahiya Newrozê û bi biryardariya tekoşînê pêşwazî dikin. Em bangî hemû gelan dikin ku li dora modernîteya demokratîk, ku di şopên Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Doxan, ji Zekiyeyan heya Ronahî û Canwelatan û li ser şopa Têkoşîn, Arîn, Zerdeşt, Hemîd, Êzdîn, Cîlo û Egîdan ku yekîtiyên mezin afirandiye re bibin yek.

Agirê Newrozê bi qasî ku anîna cem hev e, dişewitîne û pak dike. Di van rojên ku em Newroza sala 2020’an pîroz dikin de, em ê li hember tovên xiyanetê, her rengê hişmendiya dagirker yên ku li hember gelê me hatiye pêşxistin, bi geşbûna agirê Newrozê paqij bikin. Axa pîroz û qedîm a Şengal û Êzîdxanê bi agirê roja nû dê were şûştin û bi vê awayî pîr û pak bê kirin. Em Newroza axên azad ên Şengalê pîroz dikin, cejna Newrozê li gelê me yê leheng, hevalên me, gelên cîhanê yên ku li dijî hemû şert û mercên û her cure dijwarî, zilm, xiyanet, dek û dolabên êrişker li ber xwe didin, pîroz dikin. Di vê wateyê de em careke din Newroza gelê xwe ku di her şert û mercan de li gel me ye û di nava berxwedanê de ye, her wiha Newroza rêhevalên xwe yên di kozikên berxwedanê de ne pîroz dikin. Ji bo ku sala 2020’an bibe sala tevahiya Şengalê, azadkirina hemû dîlên me, ji holê rakirina tehdîda ferman û xiyanetê, em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe mezintir bike.

Bijî têkoşîna Êzîdxanê!

Bijî Newroz!

Newroz pîroz be!”


Mijarên Din