YE dê dewleta Tirk ji ber binpêkirina qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re ceza bike

Wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê li ser ferzkirina cezayan li ser kesên qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re binpê kirine, erê kir û her wiha dîplomatan got 3 şîrketên ji dewleta Tirk, Urdun û Kazaxistanê û 2 kesên lîbyayî di lîseteya ferzkirina cezayan de ne.

Li gorî ajansa almanî DBA’yê, îro li Brukselê 27 wezîrên karên derve yên dewletên Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev civîn û li ser ferzkirina cezayên li ser kesên şandina çekan ji Lîbyayê re binpê dikin, erê kir.

Li gorî çavkaniyên dîplomasiyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) dewletên Neteweyên Yekbûyî li ser lîsteya demkî ya cezayên li dijî blok û ferdan ku keştî, balafir û hwd ji xizmetguzariyên lojîstîkî ji alavên şer şandine Lîbyayê re, erê kir.

Li gorî dîplomatan, 3 şîrketên ji dewleta Tirk, Urdun, Kazaxistan û 2 kesên lîbyayî navên wan di lîsteyê de ne.

NY’yê şandina çekan ji Lîbyayê re ji dema rakirina Muemer Qedafî ji 2011’an ve, qedexe kir.

(fr)


Mijarên Din