YE: Ji bo Yekitiya Ewropayê ti pêşketin bi Tirkiyê re tinene

Li gorî nûçeya Reutresê, Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Ursula Von Derlin îro Sêşemê got: "Tirkiye di mercên bingehîn de yên ku karibe wê beşdarî Yekitiya Ewropayê bike ti pêşket pêk ne aniye."

Ursula Von Derlain got: "Min ev pêşketin di salên dawî de ne dîtiye. Berevajî vê yekê, divê Tirkiye nîşan bide ku ew dixwaze nêzikî nirxên Ewropî,  rêgezên Ewropî, rêziknameya qanûn, azadî û nirxên bingehîn bibe."

Danûstendinên  der barê beşdarkirina Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê  di 2005‘an de dest pê kirin, lê ji ber têkiliyên aloz ên di navbera Bruksel û Enqerê de ya piştî hewldana derbeya li Tirkiyê ya 2016‘an de û piştre jî girtina rojnamevan û siyasetvanên dijber hatin rawestandin.

Yekitiya Ewropayê gelek caran ji ber "Nêzîkatiyên xirab ên Tirkiyê di warê rêzgirtina mafên mirovan, rêziknameya qanûn, azadiya medya, têkoşîna li dijî gendeliyê û pergala serokatiyê de" fikarên xwe ragihand.

Parlamentoya Ewropayê pêşniyar kir ku "Danûstandinên heyî yên ji bo endamtiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewropî bi fermî were sekinandin."


Mijarên Din