YE li dijî Tirkiyê destekê dide Yewnanistan û Qibrisê

Çavkaniyan diyar kir ku reşnivîsa daxuyaniya dawîn a lûtkeya Yekitiya Ewropayê ku dê îro were lidarxistin, dide diyarkirin ku hevpeymana di navbera El-Sîrac û Tirkiyê de binpêkirineke ji zagona navneteweyî re û mîsogereiya Ewropa bi Yewnanistanê û Qibrisê li dijî tedbîrên Tirkiyê teqez dike.

Lîderên Yekitiya Ewropayê (YE) li Brukselê îro û heta 2 rojan lûtkeya lêkolînkirina aloziya bi Tirkiyê re û pêşketinên dosyaya Lîbya li dar dixin.

Di reşnivîsa daxuyaniya ku ji lûtkeya Ewropayê re hate amadekirin, hate diyarkirin ku hevpeymana di navbera Tirkiyê û hikumeta El-Wîfaq bi serkêşiya Fayîz El-Sîrac de mafên serweriya ji her sê dewletan re binpê dike.

Daxuyanî, hevpeymanê wek binpêkirina qanûna navneteweyî bi nav dike. Li gorî reşnivîsa daxuyaniya lûtkeya Ewropa, ku Meclisa Ewropa teqez piştevaniya xwe bi Yûnanistan û Qibrisê re der barê tedbîrên Tirkiyê red dike.

Ruetersê ragihand ku berdevkê wezareta derve ya Almanya piştevaniya xwe ji mafên serwer ji Yûnanistan û Qibrisê re diyar kir û ragihand ku divê sînorê deryayî li gorî qanûna navneteweyî diyar be.

Her wiha Yûnanistanê jî nerazîbûna xwe ji NY`yê der barê hevpeymana di navbera Tirkiyê û hikumeta El-Sîrac re pêşkêş kir.

Her wiha wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku DYA dixwaze bi Rûsya re bixebite da ku aloziya li Lîbya bi dawî bike, lê got ku wan ji wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re gotiye ku qedexeya çekan li ser wî welatî ferz bikin.

Pompeo wiha got: "Em dixwazin bi Rûsan re bixebitin da ku em bigihîjin maseya dan û standinan û rêzenîqaşên ku bigihîjin sererastkirinê ku NY`yê hewldana wê dike."

(jo)


Mijarên Din