Yek ji karên herî zehmet û sereke; barbirî

Di saetên zû yên sibehê de derdikevin. Bi zendên xwe debara jiyana xwe dabîn dikin. Pîşeya wan aramî û tehemûlkirinê dixwaze. Ew stûnên aboriyê ne. Ew barbir ango hemal in.

Barbirî ji pîşeya herî dijwar e ku aramî, tehemûlkirin û hêza bedendî dixwaze. Her wiha barbirî ji stûna sereke ye ku sûkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe didinê ku tê de bi hezaran barbir hene, ye. Xebata wan piştî damezrandina komîteyên kedkaran li her herêmekê, zêdetir bi rêxistinkirî ye. Ev komîte mafên wan diparêzin. Ji wê jî zêdetir komîte li gor xwestekên wan, li cihê kar belav dike.

Karê barbiran piranî di saetên zû yên sibehê de dest pê dike. Li nava sûkan li gor werşeyên ku Komîteya Kedkaran bi rêxistin dike, belav dibin. Hin jê berê xwe didin depoyên tovan (ceh û genim), hin jî li sûkên ka û depoyan, tên dabeşkirin. Di kar de astengiyan nakişînin, ji ber hilbera xwe didin zendên xwe. Bi bazirgan an aliyê kar re li gor kirê yan rojane yan jî bi awayekî birîn, li hev dikin.

Elî Mihemed ji yek barbirê (hemal)  ji nava 100 barbirên li navçeya Tirbespiyê ye. Ji 10 salan ve karê barbiriyê dike. Karê wî di depoyên tovan de valakirina torên genim ên ku ji cotkaran dihatin wergiritin e. Mihemed îşaret pê kir ku di encama bandorkirina şewatên ku li navçeya Tirbespiyê rûdane, bûn sedema kêmbûna berheman û wiha lê zêde kir: "Şewatên li navçeyê bandoreke mezin li ser karê me kir û her wiha li ser tevahî şêniyên navçeyê jî kir."

Elî Mihemed diyar kir ku piştî damezrandina Komîteya Kedkaran xebata me baş tê meşdandin û wiha anî ziman: "Komîte xebata me bi rêxistin dike. Li gorî pêwîstiyan, me li ser herêmên kar belav dike. Da ku kesek ji karê rojane bê par nemîne. Piştî mewsima çandiniyê bi dawî dibe, karê me di werşeyên avahiyan de didome.”

Derbarê astengiyên kar de jî Elî Mihemed wiha axivî: "Astengî kêm in. Ji ber ku pişta xwe di kar de dide zendên xwe.”

Hevserokê Komîteya Kedkaran a navçeya Tirbespiyê Berzan Silo derbarê birêxistinkirina karê barbiran de wiha got: “Bi destpêka werza çandiniyê re, karê wan li ser du werşeyên di depoyên tovan de hate dabeşkirin. Ji wê jî zêdetir di navbera wan û rêveberiya depoyan de koordine hebû."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din