Yek ji malbatên berxwedêr; malbata dayîka Sebah

Di Şoreşa Rojava de gelek malbatan cihê xwe di nava her qadên têkoşînê de girtin, li hemberî êrîşan sekinîn û soza domandina berxwedanê dan. Malbata dayika Sebah yek ji malbatên berxwedêr ên taxa Şêxmeqsûdê ye.

Serpêhatiya malbata dayika Sebah Bekro (50), ya ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê rastiya malbatên berxwedêr diyar dike. Sebah dayîka 4 zarokan e.

Sebah, ji zarokatiya xwe ve xeyal dikir ku rojekî tevlî Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe. Ramanên Ocalan dinase, piştî ku dizewice jî di nava malbata xwe de belav dike.

Wekî malbatên din ên taxa Şêxmeqsûdê, malbata dayika Sebah jî di berxwedana li hemberî komên çete de rol leyîst. Hemû ferdên malbatê cihê xwe di berxwedanê de girtin. Ji bo parastina taxê û rêgirtina li ber êrîşan bendek ava kirin û cihê xwe di bendê de girtin.

Bi avakirina YPG‘ê re hevjînê Sebah û du zarokên wê beşdarî refên YPG‘ê bûn. Bi hev re di yek xendeqî de şer kirin.

Kurê Sebah, Îsmet Çadan ê di nava YPG‘ê de dibêje: "Piştî tevlêbûna min a nava YPG‘ê min wateya rakirina çekê bêtir fêm kir. Ez, bavê min, birayê min û xwişka min a biçûk me hêz, îrade û îsrar ji hev digirt. Di êrîşên sala 2016‘an ên li ser taxê de,  me di yek xendeqî de parastin dikir."

Piştî rakirina çemberê li ser taxê, kurê mezin ê dayika Sebah, Serbilind ku şervanê YPG‘ê ye beşdarî gelek pêngavên li dijî DAIŞ‘ê de û di oxira parastinê de gihişt şehadetê.

Dayika Sebah û keça wê ya mezin Şîlan di Weqfa Jinan a li taxê de xebitîn û perwerdeyên bîrdozî li ser dîroka jin dîtin. Paşê wekî endama Kongreya Star hate hilbijartin.

Bi avakirina komînan li taxê,  Sebah di komîteyên "Jin, Zimhêr û Mûxaleftan" cih girt. Piştî şehadeta kurê wê Serbilind, komîngeheke bi navê wî hate vekirin û wek hevseroka komînê hate hilbijartin.

Dayika Sebah li ser girêdana xwe ya bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha axivî: “Min ti carî Rêbertî nedîtiye. Lê piştî min fikr û felsefeya wî nas kir, min îdeolojiya wî di nava zarokên xwe de çand. Ji ber ku tiştek ji axa welat bi nirxtir tine. Divê mirov ji bo parastina axa xwe amade be."

Keça biçûk a dayika Sebah, Bêrîtan di navenda Ciwanên Şoreşger a taxê de dixebite. Bêrîtanê got: “Piştî ku min ev tevger nas kir min di nav de cih girt. Di dema êrîşên li ser taxê de min û malbata xwe berê xwe da eniyên berxwedanê. Me wekî gelek malbatên din îrade û hêz ji hev girt.”

Bêrîtan wekî gelek ciwanên taxê, di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê de beşdarî qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê bû.

Malbatê soz da ku dê berxwedana beşdarbûna xwe ya di çalakiyên pêngavên rizgarkirina Efrînê de dewam bikin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din