Yek ji şahidên hovîtiya li Efrînê

Şêniyê bi navê M.A jî wek bi hezaran şêniyên Efrînê zordestiya dagirkeriya Tirk dît. Li ber çavên wî mala wî desteser kirin, cîranên wî bi awayekî hovane îşkence lê kirin. Ji ber tirsa revandinê nekarî ji malê xwe derkeve.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wî ji 18`ê Adara 2018`an ve kantona Efrînê dagir kirine. Ji wê demê ve binpêkirinên dermirovî li ser şêniyên resen ên Efrînê didin meşandin. Dagirkeriya Tirk rojane li Kantonê şêniyan direvîne, îşkeceyê dike, malên şêniyan talan dike û xwezaya Efrînê dişewitîne.

Şêniyê bi navê M.A. di vê dawiyê de ji Efrînê ber bi Helebê ve derket û ji me re serpêhatiya xwe vegot.

Şêniyê bi navê M.A. ji ber tirsa li ser jiyana malbata xwe ya ku di Efrînê de maye, nasnameya xwe û navê gundê xwe eşkere nekir. M.A. got dagirkeriya Tirk ji roja destpêkê ve jin û mêr di mizgefta gund de kom diki telefona berîkan ji wan distand û bi saetan li telefonên wan dinerîn. Di roja duyem de malên şêniyên gund teftîş kirin.

Rê girtin û nehiştin kesek derkeve

M.A. got: “Dagirkeriyê piştî demekê tevahiya rêyên gund qut kir. Ji ber wê rewşa jiyanî ya şêniyên gund nebaş bû. Gund mîna zîndanê bû. Piştî mehekê rê di nav zeviyê asê de vekir. Tevgerên me li ser me dihatin hesibandin ji ber ku telefonên me teftîş dikirin. Eger em bi kesekî re li ser malperên civakî biaxivin, me ew axaftin sîl dikir. Ji ber ku çeteyên dagirkeriyê li hincetekî digerîn da ku me bigirin û îşkence bikin."

M.A. wiha domand: "Piştî 4 mehan ji dagirkirinê, rêyên sereke vekirin. Bendên xwe danîn ser û dest bi talankirina şêniyan û revandina ciwanan kirin. Çeteyan bendên kontrolê yên gerok datînan û dest bi talankirina sivîlan dikirin. Ez nexweş bûm, lê min nedikarî biçim dermanxaneyê ji bo ku derman bikirim. Min ji hin kesan dixwest ji Helebê ji min re bînin. Min ev yek jî bi dizî dikir.”

Ji salekê ve çaranûsa şêniyan ne diyar e

M.A. diyar kir ku dagirkeriya Tirk malbetek bi giştî ji Efrînê revand û kesek nizane li ku derê ne û wiha got: "Heta niha çaranûsa wan ne diyar e. Şêniya bi navê Rûken Mele Mihemed û hevserê wê Kawa Umer ji derdora salekê ve revandine û çaranûsa wan ne diyar e. Şêniya bi navê Roşan Emonî kesek nizane li ku ye. Bi dehan şênî mîna wan hene ku hîna çaranûsa wan ne diyar e.”

M.A. destnîşan kir ku çeteyan du malên gund veguherandine girtîgehê, tê de ciwanan îşkence dikin û ji bo serbestberdana wan fîdyeyan dixwazin.

Desteserkirina mala wî

Şêniyê bi nav, M.A. got: “Agahî gihaşt wan ku ez bi tenê li mal im û zarokên min li Helebê ne. Rojekê ez li mala birayê xwe bûm, yek hat ji min re got çete derbasî mala  min bûne. Bi lez çûm mal. Min ji wan re got ev mala min e. Gotin cihê malê stratejîk e û dê dest danin ser malê. Min ji wan xwest tiştên xwe derxînim, lê nehiştin û min ji mala min qewirandin. Ez çûm cem rêveberê çeteyan û min jêre tiştên ku qewimîne got. Min ji wan re got ez dixwazim tiştên xwe derxim. Lê daxwaza min red kirin. Ji min re gotin tu tenê dikarî cilên xwe derxî. Li pêşiya çavên min rojane heya du mehan tiştên mala min talan kirin."

‘Armanc guhertina demografiya herêmê ye’

Şêniyê bi navê M.A di dawiyê de tekez kir ku dagirkerî li Efrînê bi awayekî yekser hebûna wan dike hedef û got: "Ew jî ji bo guhertina demografiya Efrînê ye. Dagirkerî dema dibihîse ku şêniyên Kurd ji Efrînê derdikevin kêf dike. Dagirkerî milkên şêniyan dibe, wan dike di bin zextê de ku ji Efrînê derkevin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din