‘Yekbûna Sûriyê misogerkirina mafê gelê Sûriyê ye’

Nivîskar û aktîvîstê siyasî Elî El-Emîn El-Siwêd destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk dê bi zanabûn destê xwe deyne ser parêzgeha Idlibê û wiha got: “Tekane rêya mîsogerkirina mafê gelê Sûriyê, yekîtiya Sûriyê ye.”

Li herêmên “bê çek” nakokî di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û komên çeteyan yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de zêde bûne. Tirkiye nikare rewşa herêmên ku çeteyan dagirkirine kontrol bike.

Girêdayî geşedanên dawîn li parêzgeha Idlibê ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û aktîvîstê siyasî yê Sûrî Elî El-Emîn El-Siwêd re çêkir.

Navaroka hevpeyvînê wiha ye:

Nakokiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ya girêdayî peymana Idlibê, nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê ji bo kirîna S400  û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandorek çawa li ser rewşa Idlibê bike?

Wê DYA`yê bi şertê Tirkiye dest ji hevalbendiya xwe ya li gel Rûsyayê berde pergala F35 bifroşe Tirkiyê. Tirkiye jî nikare niha daxwazên Amerîkayê pêk bîne. Ji ber ku diktator Erdogan hevpeymana bi Rûrsyayê re pejirandiye.

Li ser mijara Idlibê tu nakokî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tune ye. Ji ber ku lihevkirin nehatiye diyarkirin, heta ku were gotin her du alî nakokin an ne. Lê lihevkirinek li ser berjewendiyan heye. Tirkiyê jî gefên Rûsyayê yên vala li hember Cebheta El-Nusra bikar tîne da ku wan bitirsîne. Ji ber ku li hember Tirkiyê derketine.

Li Idlibê nakokî di navbera hêzên Rêjîmê û çeteyên Tirkiyê de zêde dibe, gelo rewş ber bi ku ve diçe?

Tirkiyê karî tevahiya komên “Artêşa Azad” bi rêya Cebhet El-Nusra, komên ixwan muslimîn mîna Ehrar El-Şam, Siqûr El-Şam, Feyleq El-Şam bike bin serweriya xwe. Tirkiye ya ku eşkere Efrîn dagir kiriye, Idlib jî bi rêya wekîlên xwe dagir kiriye.

Tirkiye doza Idlibê, kirîna pergala S400 ji Rûsyayê yan jî pergala F35 a Amerîkayê wek kaxizên bazirganiyê ji bo pêkanîna armanca xwe ya sereke ew jî tunekirina QSD`ê bi kar tîne. Her wiha Tirkiye dixwaze gelê Kurd ê li Sûriyê qir bike, koçberên başûrê Sûriyê û Tirkiyê li vê herêmê bicih bike. Dixwaze dema vê yekê bike civaka navnetewî bêdeng be. Tirkiye hewl dide vî tiştî pêk bîne eger li ser asta navdewletî nikarî wan herêman bixe bin serdetiya, dê hewil bide mîna Kîlîkiya û Lîwa Skenderon ê bike.

Tirkiye û Rûsyayê rê li pêşiya Rêjîmê vekiriye ku sivîlan topbaran bike, ji ber ku Tirkiyê dizane ku mijara êrîşa li dijî Idlibê Amerîka neçar dike bi her du aliyan re danûstandinan bike. Amerîka li dijî her girtekekî Rûsyayê li hember Tirkiyê di gelek boneyan de dijber sekinî û Rûsya ji encama êrîşkirina Ii dlibê hişyar kir.

Yanî her topbaranek li ser Idlibê  tê wateya ku divê Amerîka li ser masaya dansûtandinê ya ku ji bo pêkanîna berjewediyên Tirkiyê û Rûsyayê li dar dikeve, rûne.

Gelek planên Tirkiyê ji bo tevlikirina Cebhet El-Nusra ji Artêşa Niştmanî ya girêdayî Tirkiyê re hene. Gelo Tirkiyê dikare vê plana xwe pêk bîne an ne? Xeteriya vê planê li ser Sûriyê û pêşeroja wê çi ye, armancên Tirkiyê ji vê planê çi ne û kê bi kar tîne da ku plana xwe pêk bîne?

Eger Tirkiyê bawer kir ku êdî tunekirina QSD`ê û guhertina demokratfiya herêma bakurê Sûriyê nepêkan e, dê bi zanabûn destê xwe deyne ser parêzgeha Idlibê û derdora wê. Dê bi rêya çete û ajanên xwe yên çekdar li Idlibê vê yekê pêk bîne.

Dê ji nû ve sazumaniya Cebhet El-Nusra û gelek komên çekdar biguhêre û hêzek leşkerî ya girêdayî xwe ava bike. Ev jî tiştek gelek hêsan e û hindek maye ku pêk bîne. Ji roja şanoya teqandina kerwana çeteyê bi navê Ebû Mihemed El-Colanî ve, Colanî derneket pêşberî çapemeniyê. Mîna ku rola wî xilas bûye û bûye destpêka ji nû ve avakirina hêzên çeteyan.

Çi ji hêzên niştîmanî yên Sûrî tê xwestin da ku vê planê pûç bikin?

QSD ji tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêk tê û heta niha gelek serkeftinên mezin li dijî DAIŞ`ê bi dest xist xistiye. Birêvebirina vê projeyê dikeve ser milê QSD’ê. Her wiha ferzkirina şertên gelê Sûriyê li Rêjîma Sûriyê da ku biryarên Cinev yek û biryara navneteweyî hejmar 2254 pêk bîne.

Yekîtiya gelê Sûriyê tekane rêya mîsogerkirina mafê gelên Sûriyê ye.

Ji QSD`ê re derfetek zêrîn ji bo birêvebirina pêvjoya heyî û jinûve sazkirina Sûriyê li ser rêgezên demoratîk û ne navendîbûnê peyda bûye. Ev pergal ji mafên kêmneteweyan, olan û ciheregiya şêniyan re di tevahiya waran de rêzdar e.

Dema QSD`ê ji Rêjîmê bixweze ku bi Rêveberiya Xweser îtîraf bike, Rêjîm wê texmîn bike ku ev destpêka parçebûnê ye, lê ev tişt şaş e. Dema QSD`ê banga ne navendîbûnê û herêmên din ên Sûriyê bike, hewl bide pêk bîne, gel dê têbigihije edaleta doze û dê derewa rêjîma Esed xuya bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din