Yekem rêwîtiyên bejahî li ser rêya M4 ji Til Temirê bi rê ket

Piştî nêzî 7 mehan ji derketina rêya M4 ji xizmetê, îro yekem rêwîtiya bejahî ya sivîlan ji navçeya Til Temirê heta herêma Firatê li ser rêya M4 pêk hat. Rêwîtî tevî erebeyên çavdêriyê û bi garantiya Rûsî pêk hat. Sivîlan ev gav erênî nirxand, efserkî Rûsî jî got: "Dê rê li pêşiya karwanên sivîl û bazirganiyê vekirî bimîne."

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawiya sala par, ku tê de her du bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û gihîştin tixûbên rêya navdewletî (M4). Ji ber komkujî û binpêkirinên artêşa dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan, tevgera di navbera her du herêmên Cizîrê û Firatê de rawestiya.

Piştî koordîneya di navbera Meclisa Navçeya Til Temir a kantona Hesekê û hêzên Rûsyayê de, îro yekem rêwîtiyên bejahî ji navçeya Til Temirê ber bi navçeya Eyn Îsayê ve tevî erebeyên Rûsyayê, ket rê.

Di saet 9`ê vê sibehê de hejmareke erebeyên sivîlan tevî bi dehan panzêrên Rûsyayê berê xwe dan navçeya Eyn Îsayê. Hemwextî wê yekê rêwîtiyeke din ji herêma Firatê ber bi herêma Cizîrê ve ket rê.

Şêniyê ji Kobanê yê bi navê Ehmed Ebo Merwan diyar kir ku vekirina rêyê ji bo derbasbûna sivîlan, gaveke erênî ye, ji ber ku rêya M4 ji bo her du herêmên Cizîrê û Firatê gelek girîng e.

Ebo Merwan wiha domand: "Bi gihiştina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tixûbên rêya M4 re, tevgera çûn û hatinê rawestiya."

Ji aliyekî din ve, Efserekî Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê Bafil Êkoriyan ji ANHA`yê re daxuyand ku piştî koordîneya bi aliyê Tirkiyê re, rê hat vekirin. Her wiha piştrast kir ku dê rê li pêşiya tevgera welatiyên Sûriyê vekirî bimîne û dê tevgera bazirganan a çûn û hatinê jî bên hêsankirin.

Efserê Rûsî destnîşan kir ku dê rojane ji bilî roja înê rêwîtî ji navçeya Til Temirê ber bi navçeya Eyn Îsayê û ji Eyn Îsya ber bi Til Temirê ve, ji saet 9`ê sibehê ve li kêleka erebeyên Rûsyayê bi rê kevin.

Tê payîn ku karwanê ji navçeya Eyn Îsayê bi rê ketiye di çend saetên pêş de bigihêje navçeya Til Temirê.

cx

ANHA


Mijarên Din