Yekemîn çayxaneya jinan li Rimêlanê  

Li bajarokê Rimêlanê yê Girkê Legê yekemîn projeya çayxaneya taybet bi jinan ji aliyê jinên ciwan ve li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin. Ev proje ji aliyê şêniyan ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Çayxaneya Gardînya di 26‘ê Nîsana îsal de ji aliyekî komeke jinên ciwan ên bajarokê Rimêlan ve hate vekirin. Çayxane bi armanca jiholêrakirina hişmendiya baviksalar hate vekirin.

Di çayxaneyê de 4 jinên ciwan dixebitin û tê de gelek cure xwarin û vexwarin peyda dibin.

Ji berpirsên çayxaneyê Menal Îsa anî ziman ku ev çayxane ya yekemîn e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê vekirin û gaveke ji bo jinan ku hebûna xwe îsbat bikin. Menal destnîşan kir ku sazî û kooperatîfên jinan û Kongreya Star ji bo vekirina vê projeyê destek daye wan.

Li ser navê çayxaneyê, Menal Îsa îşaret pê kir ku "Gardînya" cureyek ji gulan e û got: "Jin gula civakê ne û jêdera ewlehî, hezkirin û zanistê ne."

Menal diyar kir çayxane bi eleqeyeke mezin ji aliyê şêniyan ve hate pêşwazîkirin, ji ber ku fikreke nû li herêmê ye.

Ebîr Hebîb jî ji berpirsên vê projeyê ye û wiha got: "Armanca projeya me pêşxistina jinan e, da ku projeyan pêk bînin û rola xwe di hemû qadan de îsbat bikin."

Ebîr Hebîb diyar kir ku di demên pêş de ew ê çayxaneyê fireh bikin û cureyên din ên xwarinê peyda bikin û got: "Ev yek jî li ser destekdayîna şêniyan dimîne."

(bb)

ANHA


Mijarên Din